Em astengkirina mafê hêviyê napejirînin

Çarşem 20 Mijdar 2024 - 02:55

Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîasî ku beşdarî kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî" bû got: "Ev pêkanînên li dijî Ocalan sûcê li hemberî têkoşîna azadiya gelan e."

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 26 sal in didome. Abdullah Ocalan k 43 mehan pêwendî pê re nedihat danîn,  bi wî re tunebû, di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re ku di heman demê de Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê ye hevdîtinek pêk anîbû. Piştî hevdîtina ku di encama têkoşîna navneteweyî ya li dijî tecrîdê de hat lidarxistin de çêbû, careke din cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat birîn.

Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîaîsî ku îmze danî bin "Kampanyaya Azadiyê" ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Arjantînê hat destpêkirin, axivî.

Vanîna Bîasî da xuyakirin ku wekî Partiya Karkeran, ew bi gelê kurd re hevdeng in û got ku di sala 2018'an de bi organîzekirina meşekê ber bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Buenos Aires a paytexta Arjantînê, sûcên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan şermezar kirine. 

Vanîna Bîasî diyar kir ku ew tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin red dikin û got: “Em astengkirina 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan qebûl nakin. 'Mafê hêviyê' ne girêdayî pejirandin û destûra tu dewletekê ye. Em azadiya fizîkî ya Ocalan diparêzin."

Vanîna Bîasî diyar kir ku qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya tunehesibandina mafên demokratîk û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. 

Vanîna Bîasî got: "Ev pêkanînên li dijî Ocalan sûcê li hemberî têkoşîna azadiya gelan e."

Vanîna Bîasî da zanîn ku armanca êrişan ew e ku têkoşîna gelê kurd bê moral bê hiştin û got ku li aliyê din wê têkoşîna azadiyê hîn xurtir bibe.  

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.