Kurdî qedexe ye!

Çarşem 20 Mijdar 2024 - 02:40

Şaban Kaygusuz li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê tê dîl girtin û ji ber ku bi malbata xwe re bi Kurdî diaxivî, telefona wî hate qutkirin. Kaygusuz, hevdîtina li ser telefonê ya bi 10 deqeyan dikir û hêj ji bo axaftin bi dawî bibe 3 deqe mabûn ku telefona wî hate qutkirin. Endamên malbatê dan zanîn ku beriya hevdîtin were qutkirin, gardiyanan hişyariya “axaftina bi kurdî qedexe ye” kirin. Destê rastê û lingê rastê yên Kaygusuz tune ne û hefteyek berê jî xistibûn hucreya yek kesî. Kaygusuz, di hevdîtina doh de da zanîn ku hêj jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin û heta daxwaza malbata wî ya ji bo şandina Dîlokê tê qebûlkirin jî wê di hucreya yekkesî de bimîne. Malbatê da zanîn ku piştî qutkirina telefonê nekarîne xwe bigihînin Kaygusuz lewma fikarên wan hene. Endamên malbatê diyar kirin ku têkildarî mijarê li rêveberiya girtîgehê geriyane lê tu agahî bi wan re nehatine parvekirin. Malbatê got ku ji hemû encamên neyînî, rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. 

Berpirsiyar wezareta dadê ye

Dayika Kaygusuz, Zeynep Kaygusuz nerazîbûn nîşan da û got:“Şaban ev 7 sal in girtî ye. Ne destê wî ne jî lingê wî heye. Kurê min di nava şert û mercên zehmet de li girtîgehê dimîne. Di nava jiyana rojane de jî gelek zehmetiyan dikişîne. Ji bo berdana wî me gelek caran daxwazname nivîsand. Ez bangî Wezareta Dadê dikim; heke tiştek bi kurê min were, hûn û rêveberiya girtîgehê berpirsyar e. Em vê qebûl nakin. Ji bo kurê min sewqî girtîgeheke nêzî me were kirin me gelek caran daxwazname dan. Li girtîgeha lê dimîne derence gelek tîk in. Lewma nikare derkeve û were xwarê. Ji min re got; ‘ez ê biçim hucreyê.’ Min jê re got ku tu nikarî di hucreyê de îdare bikî û ji min re got; ‘Heta ku daxwaza min a sewqkirinê tê qebûlkirin ez ê di hucreyê de bimînim. Daxwaznameyan dide lê tên redkirin. Li gel ku ji sedî 90 astengdar e jî di hucreyê de dimîne.” 

Em ê xwedî li Kurdî derkevin 

Zeynep Kaygusuz da zanîn ku ji ber axaftina bi kurdî axaftina wan a li ser telefonê hatiye qutkirin û got:’’Em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê me îradeya me ye. Şaban di nava şertên pir zehmet de, tevî êşkenceyê jî kurdbûna xwe înkar nekir û wê ji vir û şûnde jî neke. Bila destên dirêjî wî bûn bişikên. Ez van neheqiyên li kurê min hatine kirin qebûl nakim. Bila hemû komeleyên mafên mirovan, parlamenter û parêzer xwedî li kurê min derkevin. Rewşa kurê min xerab e. Ez bi kurê xwe serbilind im. Divê kurê min tavilê were berdan. Weke dayikekê ez ê heta dawiyê li ser rêça kurê xwe bim.” 

Destek û lingek wî nînin 

Şaban Kaygusuz di 23’yê çileya 2022’yan de li heman girtîgehê rastî êrişa fîzîkî ya gardiyanan hatibû. Di êrişê de gardiyanan li girtiyan ferz kiribûn ku bibêjin “Çi şad e yê dibêje ez tirk im.” Girtiyan jî li ser vê zextê gotibûn; “Çi şad e yê dibêje ez kurd im.” Ji ber vê bertekê jî asta êrişan dijwartir bûbû. Kaygusuz, di 19’ê cotmeha 2021’ê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hatibû kirin. Di wê navberê de lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan lê hatibû ferzkirin. Kaygusuz, di sala 1996’an de li gundê Bîlgîlî yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Di sala 2015’an de tevlî PKK’ê bû. Di sala 2017’an de li Şirnexê di şer de de birîndar bû. Kaygusuz sewqî nexweşxaneyeke Wanê hate kirin û hêj tedawiya wî temam nebûyî bi awayekî birîndar hate girtin û şandin Girtîgeha Sêrtê. Ji vir sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate kirin. Di 19’ê cotmeha 2021’ê de jî bi hinceta “ewlehiyê” sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê hate kirin. Destê rastê û lingê rastê yên Kaygusuz tune ne. Tevî vê jî di 8’ê kanûna 2022’yê de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” dan Kaygusuz.

MA/EMRÛLLAH ACAR/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.