Em nêzî azadiyê ne
Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:50
Li Bakurê Kurdistanê Bi deh hezaran kes di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de meşiyan û dirûşmeya "Bê serok jiyan nabe" û bi wêneyên mezin ên Rêber APO dilsoziya xwe ya aştiyê qîr kirin.
AMED
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amed û Platforma Saziyên Demokratîk ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li bajêr meşek li dar xistin. Gelek kes beşdarî meşê bûn. Girse li ber girtîgeha li navçeya Rezanê kom bû û heya ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê bi dawî bû. Dayikên Aştiyê pêşengiya meşê kirin ku Hevserokê Giştî yê DBP’ Keskin Bayindir û Parlamenterê CHP’ê yê Amed Sezgin Tanrıkulu beşdar bûn. Pankart û tabelayên bi zimanên kurdî û tirkî ên wekî "Ziman, azadî, aştî", "Aştî parastina jinan e, em ji bo civakeke demokratîk dimeşin", "Em ji bo zimanê xwe yê dayikê statuyê dixwazin", "Em hewceyê aştiyê ne", "Li her derê kurdî, her dem kurdî", "Aştî têkoşîneke xurt e" û "Rêbertiya azad mîsogerkirina aştiyê ye" hatin vekirin. Bi deh hezaran kesên ku dirûşmeyên wan li kolanên Amedê olan dan, bi coşe mezin gihîştin ber AZC Plazayê. Li vir, girseyê sirûda Çarxa Şoreşê got û daxuyanî da. Hevserokê DEM PArtiyê yê Amedê Abbas Şahîn li vir peyama Rêber APO ya ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwend. Girseyê peyam bi coşeke mezin pêşwazî kir û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Ayfer Koçak paşê axivî. Ayfer Koçakê got:"Agirê aştiyê ku bi banga birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û bi şewitandina çekan geş bû, îro bi hembêzkirina gel mezin dibe. Lê aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Modernîteya kapîtalîst xwedî hin stûnan e û bi van stûnan, dîsa şer didomîne. Ji ber vê yekê, heke em bi rastî dixwazin aştiyê biceribînin, divê em van stûnan bişkînin. Îro, têkoşîna aştiyê têkoşînek li dijî neteweperestî, zayendperestî û îstismarê ye. Ji xeynî aştiyê rêyeke din tüne ye. Dê aştî were vê xakê. Bijî aşitî." Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got:"Gelê kurd dixwaze li ser axa xwe, bi ziman û çanda xwe bijî. Ew dixwaze li ser axa xwe bi azadî bijî. Ji ber vê yekê, di bin serokatiya Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan de, em li dû civakeke demokratîk û aştiyê ne. We, gelên Amedê, bi deh hezaran kes vê bangê hembêz kiriye û xwedî li maf û statuya xwe derdikevin." Bayindir destnîşan kir ku gelê kurd çareseriyeke heqîqî dixwaze û got ew îro pir nêzî azadî û aştiyê ne. Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û bi govendgerandinê bi dawî bû.
Divê tavilê komîsyon biçe Îmraliyê
WAN
Bi pêşengiya Platforma Kedê û Demokrasiyê li Wanê jî bi dirûşmeya ‘Wan ji bo aştiyê dimeşe’ meşeke girseyî hate lidarxistin. Meşê ji çerxerêya Hala Sebzeyan destpêkir li Parka Aştiyê ya Musa Anter bidawî bû. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, Parlementerên Dem Partiyê, endamên meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveber û endamên DBP, DEM Partî yên bajêr û navçeyên Wanê, nûnerên sendîka û rêxistinên demokratîk bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên ‘Ji bo Kurdî statû’, ‘Bijî berxwedana PKK’ê’, Herder Kurdî herder Kurdîgeh’, ‘Bijî Serok APO’, ‘Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin hilgirtin. Di meşê de tevlîbûna zêde ya zarok û ixtiyaran bal kişand. Jinên ku bi bîsîkletan û erebokên zarokan tevlîbûn jî bal kişandin. Mirovên li derdorê jî bi çepik û korneyan piştgirî dan meşê. Di meşê de dirûşmeya ‘Bijî Serok APO’ qet kêm nebû û wêneyê mezin a Rêber APO ku hate vekirin jî mohra xwe li meşê xist. Piştî meşê bi navê girseyê Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Wanê Hakan Ozturk metna çapemeniyê xwend. Di metnê de hate destnîşan kirin ku divê aştî civaî bibe û gavên ji bo aştiyê divê tavilê bêne avêtin. Piştre aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û got:’’Em dixwazin ev pêvajo veguhere aştiyê. Divê dewleta Tirk dewleteke nû ya hiqûqê ava bike. Divê zimanê Kurdî fermî be. Divê maf û azadiyên Kurdan bê misoger kirin. Em weke jin hewl didin deriyê hatiye vekirin, vekirî bihêlin. Tavilê divê ew komîsyona ku hatiye avakirin, biçe Îmraliyê û wir guhdar bike. Bêyî ku zêdetir xwîn birije, bêyî ku zêdetir xwezaya me bê talan kirin, divê aştî pêk bê.’’ Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû. Herwiha li Şirnex, Sêrt, Xarpêt û Mêrdînê jî bi meş û çalakiyên girseyî Roja Aştiyê ya Cîhanê bi coşeke mezin hate pêşiwazîkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN