Ew bûne rihê neteweya demokratîk

Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:52

HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir û got:“Em soza xwe dubare dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) de ev tişt hatin diyarkirin:“Em hevrêyên xwe Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed ên di têkoşîna sala 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed weke ewladên bijarte yên gelên Ereb, Azerî û Kurd tevlî Tevgera Apoyî bûn. Dilê xwe dan feraseta netewa demokratîk a Rêber Apo û karakterê enternasyonalîst ê PKK’ê û ji bo azadiya gelan têkoşîneke fedayiyane berçav girtin. Hevrêyên me yên ku ewladên hêja yên gelê me ne, weke milîtanên xwedî îradeyek xurt li ku derê êrîş li dijî gelê me hebe, şerkirina li wir weke wezîfeya şoreşgerî zanîn. Li parçeyên cuda yên Kurdistanê di bin sîwana ramanê Apoyî de bûn yek û bi kesayeta xwe ya fedayî di têkoşîna me de bûn milîtanên pêşeng. Hevrêyên me êrîşên dijmin bi taktîkên dema nû pûç kirin û hêza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê car din îspat kirin. Bi keda xwe ya pîroz û fedakariya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girtin. Di şexsê hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed de em soza xwe nû dikin ku xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin. Weke hevrêyên wan di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serxwebûn, Sara, Hêmin, Ronî û Serhed em ji gelên xwe yên Ereb, Azerî û Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Nûnerên bedewî milîtanî û têkoşînê

Hevrêyê me Serxwebûn li bajarê qedîm ê Kurd Geverê ku bi welatparêzî û berxwedêriya xwe cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt, di nava malbatek welatparêz de hate dinê. Di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Serxwebûn weke milîtanekî fedayî yê Apoyî her wezîfeya xwe bi ciddiyet bi cih anî. Girîngiya pêvajoya amadekariya şer dizanî û di her xebatê de fedakarî û kedek bêhempa nîşan da. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi moral a ji jiyanê re her kêliya xwe ji bo xizmeta hevrêyên xwe bike derbas kir û bû şoreşgerekî bêhempa. Bi bawerî û dilsoziya xwe ya bi nirxên Partiyê, kesayeta xwe ya kedkar û hevrêtiya xwe ya xurt di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Hevrêya me Sara weke ferdek a gelê Ereb ê berxwedêr li bajarê Reqa yê Sûriyeyê hate dinê. Sala 2017’an Hêzên Sûriyeya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo zuhakirina kokê DAÎŞ’ê û rizgarkirina Reqayê operasyon pêş xist û gelê Reqa azad bû. Jinên Reqayî yên ku bi kefenê reş hatibûn hepskirin bi rengê azadiyê hatin boyaxkirin. Hevrêya me Sara bû şahidê vê pêşketina şoreşgerî ya mezin. Hevrêya me Sara çawa ku Rêber Apo yê îlhama azadiyê, îdeolojiya wê û derfetê têkoşînê daye nas kir, bû ferdekî vê têkoşînê. Di sala 2018’an de ji Reqayê heya çiyayên azad ên Kurdistanê bi rê ket. Bi saya tecrubeya ku ji gerîlatiya YJA Starê girtî, bû xwedî cesareteke ku li dijî hemû artêş û zihniyeta desthilatdariya mêr têbikoşe. Ewlada hêja ya gelê me yê Ereb, jina bi wêrek û şervana azadiyê hevrê Sara, 18’ê Adara 2020’an li qada Dola Şîvê ya Avaşînê şehîd bû. Bi bedewî, milîtanî û têkoşîna xwe tam li gorî çiyayên Kurdistanê bû. Şehadeta wê ya zû em êşandin.

Hevrêyê me Hêmin weke ferdekî ji malbata Azerî li bajarê Tehranê ji dayîk bû. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku Tevgera me li Bakurê Kurdistanê da destpêkirin, berxwedana destanî ji çapemeniyê dişopîne û operasyonên şoreşgerî bi heyraniyeke mezin dişopîne. Hevrêyê me yê ku di sala 2013’yan de bi zehmetiyeke mezin xwe gihande nava refên gerîlayan, bi moraleke mezin tevlî bû. Bi qasî ku berfirehiya îdeolojî û felsefeya Apoyî, nêrîna Neteweya Demokratîk a hewl dide azadiya hemû gelan dabîn bike û karekterê PKK’ê yê enternasyonalîst fêm bike, bi awayekî şênber dibîne ku tercîheke çi qasî rast kiriye. Bi dil û can ji sosyalîzma demokratîk bawer kir. Hevrêyê me yê ku li herêma Xakûrkê bi kesayeta xwe ya mutewazî û kamil hat naskirin, weke gerîlayekî fedekar navê xwe li dîroka têkoşîna me zêde kir.

Hevrêyê me Ronî, li bajarê dêrîn ê Serhedê û sembola berxwedanê li Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de li ser Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan bû. Bi saya tevlîbûna xwe ya bêyî hesab û kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin. Li herêma Xakûrkê bi dîsîplîn û hesasiyeteke mezin li nêzî hemû xebatan dibe. Hevrêyê me yê ku wê weke gerîlayekî sade û durist tim û tim di nava têkoşîna me de cihê xwe bigire û were bibîranîn, prensîbên Apoyî heya kêliya dawîn a jiyana xwe parastin.

Hevrêyê me Serhed li navçeya Qelqelî ya Wanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de li Botanê tevlî nava refên gerîlayên azadiyê bû. Hevrêyê me beşdarî berxwedana ku Tevgera me bi ruhê seferberiyê li hemberî komkujiya li ser gelê me yê Êzidî ya li Şengalê da destpêkirin, bû û hewl da ku mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne. Li gel biryara HPG’ê ya vekişîna ji Şengalê ya di sala 2018’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Serhed ê ku bi saya hevrêtiya xwe ya jidil û durist ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve gelekî tê hezkirin, bû milîtanekî Apoyî yê mînak.’’ Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Serxwebûn Demhat (Azad Çagala), li Geverê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2020’an li Xakurkê şehîd bû.

Sara Dilsoz (Emîne Elî), li Reqayê jidayîk bûye, 18’ê Adara 2020’an li Avaşînê şehîd bû.

Hêmin Urmiye (Suheyl Bayramzade), li Tehranê jidayîk bûye, 3’ê Nîsana 2020’an li Xakurkê şehîd bû.

Ronî Xezal (Mehmet Salih Surer), li Wanê jidayîk bûye, 3’ê Nîsana 2020’an li Xakurkê şehîd bû.

Serhed Qelqelî (Onder Bagli), li Wanê jidayîk bûye, 3’ê Nîsana 2020’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.