Li Mexmûrê coşa 1’ê Îlonê
Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:45
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 1’ê Îlonê Raja Aştiyê ya Cîhanê di pêşengtiya Meclisa Îştar de meşekî girseyî li darxistin. Meşê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir. Di meşê de al û posterên Rêber Apo û alên KJK’ê hatin berzkirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qêrîn. Piştî ku meş gihişt Parka Şehîd Aryen, beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, peyama Rêber Apo ya di hevdîtina dawî de ji bo 1’ê Îlonê hatibû şandin, ji aliyê Berdevka Navenda Stêra Zêrîn Çîdem Bilehî ve hat xwendin û piştre jî têkildarî wate û girîngiya rojê daxuyanî ji aliyê Mamoste Diljîn Kara ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye: “Paradigmaya Rêbertî ji bo me modelekî jiyanî ye, şer encama pergala hêz û deshilatdariyê ye, aştî ji jiyana demokratîke ku gel wê bi xwe azadiya xwe bidest bixe. Aştiya rast wê ne tenê bi bêdengkirina çekan bê bidestxistin, wê bi parastina xwezayê, pir rengî, azadiya jinê û gel bikare bi nasnameya xwe bijî. Ev 50 sale Rêber Apo ji bo aştiyek mayînde tekoşînek bêhempa dimeşîne. Herî dawî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat kirin. Bi vê bangê Rêber Apo xwest şer û kaosa ji aliyê deshilatdariyê ve tê meşandin bidawî bike. Li hemberî sîstema xwînmij ya heyî alternatîfa jiyana demokratîk ava kir. Em wek jin, ciwan û gelê Kurd, li pêvajoya banga Rêber Apo xwedî derbikevîn, jiyanî bikin û destê wî xurt bikin. Ji ber ku aştiyek mayînde bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gengaze.
Parastina aştiyê parastina jiyanê ye. Mezinkirina aştiyê mîsogerkirina çanda demokratîke. Divê roja aştiya cîhanê de, em bang li tevahî jinên cîhanê û mirovahiyê dikin, werin em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin, polîtîkayên şer vala derbixin û yekîtiya demokratîk ava bikin. Ji ber ku em dizanin aştî ji jinê despêdike, bi xwezayê re bihêz dibe û bi azadiya gelan re mayînde dibe.” Meşê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî 1’ê Îlonê’ bidawî bû.
ROJNEWS/MEXMÛR