Ferzkirina poşmaniyê dûrî aqilan e

Sêşem 26 Tebax 2025 - 03:30

Turkan Ildiz ku du kurên wê girtî ne, anî ziman ku ew aştiyê dixwazin, lê belê aştî bi gavên du aliyan dibe. Turkan Ildiz ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku ew li dijî ferzkirina poşmaniyê ye. Turkan Ildiz ku ji Mêrdînê ye, diyar kir ku ji ber zext û zordariyê ew neçar man gundê xwe biterikînin û li Stenbolê jiyana xwe dewam bikin û got:“Em ji navçeya Şemrex a Mêrdînê ne. 14 sal in em li Stenbolê dimînin. Jiyana li vê derê ji bo dayikên Kurd gelekî zehmet e. Ji ber ku em bi Tirkî nizanin gelekî zor û zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin li xaka xwe, gundê xwe, ava xwe vegerin. Kurê min ê mezin li Amedê, li Zanîngeha Dîcleyê dixwend. Di şerê Xwerêveberiyê de çû Nisêbînê. Li wir birîndar bû. Piştî ku birîndar bû hate binçavkirin û niha girtî ye. Wî timî sirgûnî girtîgehên cuda dikin. Ez jî li pey wî diçim. Ez çûm Erzînganê, çûm Erzîromê. Çûm Tokat, Bodrûm, Amed, Mêrdîn, Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê. Bêguman ez ê biçim, ji ber ku zarokên me rûmeta me ne. Em dixwazin di rojên azad de zarokên me ji girtîgehan derkevin, ji çiyê bên.”

Kurekî min wenda ye

Turkan Ildiz her wiha ragihand ku kurekî wê jî winda ye û diyar kir ku piştî dadgehê 25 sal cezayê girtîgehê lê birî her roj rastî zexta polîsan dihat, ji aliyê polîsan ve dihate şopandin, lewma çar sal in ew nikare agahiyê ji kurê xwe werbigire. Turkan Ildiz got:“Navê kurê min ê winda Mehmet Zekî ye. Salekê li girtîgehê hate hiştin. Piştre şeş mehan bi kontrola edlî îmze da. Piştî şeş salan 25 sal ceza lê hate birîn. Her roj dihate şopandin. Li dora malê timî wesayitên reş û girtî digeriyan. Çar sal in em nikarin agahiyekê ji wî werbigirin. Em nizanin bê sax e yan na. Çûye cihekî yan jî  ji aliyê dewletê ve hatiye revandin, em bi wê jî nizanin. Em li benda agahiyekê ne.”

Em poşmaniyê qebûl nakin

Turkan Ildiz li hemberî zexta dewletê ku poşmaniyê li girtiyan ferz dike nerazîbûn nîşan da û got:“Ji kesekî ku 30 salan girtî maye hêviya poşmanbûnê dûrî ji aqil e. Te sih salên emrê wî jê stendiye. Piştre jî li bendê ye ku poşman bibe. Aliyekî vê yekê ku bê qebûlkirin nîne. Ez jî bim ez ê vê qebûl nekim. Zarokên min jî qebûl nakin. Pêvajoya aştiyê destpê kir. Heta niha gavek nehatiye avêtin. Em ji pêvajoya aştiyê bi hêvî bûn, lê belê ji ber ku heta niha gavek nehatiye avêtin hêviyên me diqedin. Em dixwazin gav bi lezgînî bêne avêtin. Divê gav bêne avêtin ku zarokên me azad bibin, em wan hembêz bikin.”

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.