HPG-NRÇ'ê 3 şehîd bi bîr anî
Pêncşem 25 Îlon 2025 - 15:30
- HPG-NRÇ'ê 3 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin, wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:
"Hevrêyên me yên Fermandariya Eyaleta Wanê Canşêr Makû, Engîzek Ararat û Sîdar Roj di pevçûna di operasyona dijmin a ku 9’ê Çileya 2022’yan de li herêma Melîka ya herêma Feraşîn a Botanê pêkhat de gihîştin şehadetê. Em hevrêyên xwe yên ku li Eyaleta Wanê şehîd bûn bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan ên hêja bikin hinceta têkoşînê.
Hevrêyên me yên ku ji deverên cuda yên Kurdistanê tevlî PKK'ê bûn û bi têkoşîna xwe ji bo hemû ciwanên Kurd bûn mînak, tevahiya hebûna xwe ji bo azadiya Rêberê me û gelê me feda kirin. Xwe bi ruhê fedaî ya Apoyî pêçan û hewl dan ku şertên têkoşîna me bê kêmanî bi cih bînin. Tevî hemû êrîş û operasyonên ku dijmin bi îstîxbarat û teknolojiyê li Bakurê Kurdistanê pêş xist, bi biryardariyek bêhempa gerîlatî meşandin. Hevrêyên me bi fedaî li dijî dijmin têkoşiyan û ji bo xweparastina gelê me bê teredut pratîkek bêhempa meşandin. Hevrêyên me Fermandar Canşêr, Engîzek û Sîdar ku bi beşdariya xwe ya bê hesab, helwesta xwe ya milîtanê Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt navên xwe li dîroka me nivîsandin û wê timî di têkoşîna me de bijîn.
Wek hevrêyên wan, em sersaxiyê ji malbatên rêzdar ên hevrêyên xwe Canşêr, Engîzek û Sîdar û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê meşa şehîdên xwe ya "Rêberê Azad, Kurdistana Azad" teqez pêk bînin.
ANF/BEHDÎNAN