Divê tecrîd bi dawî bibe
Çarşem 20 Mijdar 2024 - 02:50
Jinên tevli mîtinga Êlihê bûn dan zanîn ew aştiyê dixwazin û gotin:"Divê tecrîd bi dawî bibe. Li dijî vê têkoşîna me wê bidome."
Mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Platformên Saziyên Demokratîk li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi dawîanîna qeyûman di 17’ê Mijdarê de li Êlihê hate li darxistin. Bi dehhezaran kes beşdarî mitîngê bûn.
Jinên beşdarî mîtingê bûne bal kişandin ser aştî û îradeyê û gotin:"Divê tecrîd bi dawî bibe."
Divê tecrîd bi dawî bibe
Hayat Aktaş a tevli mîtingê bû wiha got: “Îro li dijî tecrîdê û qeyûman ji bo em bibin yek deng em hatine vê derê. Em bi eşkere dibêjin em van qeyûman qebûl nakin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Li dijî vê têkoşîna me wê bidome."
Em qeyûm qebûl nakin
Muzeyyen Karakoç da zanîn îro dibêjin aştî, roja din qeyûm tayîn dikin û wiha pê de çû “Niha tên dibêjin qeyûman qebûl bikin, lê em qebûl nakin.”
Em serî natewînin
Halîme Demîrel jî diyar kir ku di aştiyê de bi israr in û wiha got: “Çi dibe bila bibe em li hemberî van zextan serî natewînin. ”
Gel dest ji doza xwe bernadin
Meryem Aktaş da zanin ku li dijî tecrîdê wê tekoşina xwe mezin bikin û got: “Ev gel qeyûm, şer û kaosê naxwaze. Bi salan e em aştiyê dixwazin. Divê tecrid bê rakirin û deriyê girtigehan bên vekirin, ew çibikin bila bikin ev gel dest ji doza xwe bernadin.”
Xwedî li vê îradeyê derbikeve
Îsmet Ozturk destnîşan kir ku divê ev têkoşîn ji aliyê beşên hê berfirehtir ve xwedî lê bê derketin û wiha got: “Gelê Êlihê bi rojane li qadan e, xwedî li îradeya xwe derdikeve. Divê hemû kes bibe dengê vê xwedîderketinê. ”
NÛJINHA/ÊLIH