Serjimêrî xeterî ye

Çarşem 20 Mijdar 2024 - 02:25

Biryare serjimêriya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê were pêkanîn ku wê 15 rojan berdewam bike. Lê heta niha armanca pişt vê serjimêriyê ne diyare û li gorî pisporan ev yek ji bo Kurdan metirsîdare. Amadekariyên ji bo serjimêriyê berdewam in, niha pêvajo bi qeydkirina malan û malbatan berdewam dike.

Têkildarî mijarê Endamê Rêveberiya Îstatîstîkan a Germiyanê Zagros Ehmed axivî û got:“Hikûmeta Iraqê ji meha Tebaxê ve amadekariya serjimêriya giştî ya Iraqê dike û Wezareta Plandanînê ya Herêma Kurdistanê jî dest bi wê proseyê kiriye. Ev serjimêrî tirsnak e. Ji ber ku elektronîk e û dibe ku destkarî li zanyariyan were kirin. Bi taybet ji bo navçeyên di madeya 140 de metirsîdar e. Ji ber ku gelek malbatên ku ser bi madeya 140 li vir xwe qeydkirine. Ger malbatên ku ser bi madeya 140 xwe li Herêma Kurdistanê qeyd bikin, hemû belge û zanyariyên wan dikeve ser Herêmê û nikarin xwe li cih û warên xwe qeyd bikin. Li aliyekê din ew malbatên ku xwe li vir qeydkirine, niha dixwazin vegerin cih û warên xwe, lê li vir jî li wir jî xwe qeyd kirine. Ev jî dibe sedem ku piştre Iraq her du zanyarî û belgeyan jî sîl bike.” Di dewama axaftina xwe de Zagros Ehmed da zanîn ku divê serjimêrî were rawestandin û got:“Li gundan piraniya cotkarên Kurd ji tirsa baxçeyên xwe, zanyariyên ku bi sewalkarî û çandiniyê re mijûl nabin didin tîmên me. Ev jî wê bibe sedem ku hikûmeta Iraqê di paşerojê de berhemên kêm ji cotkaran werbigire. Ji ber vê yekê divê ev pêvajo bê rawestandin û ziyaneke mezin heye. Erebên ku li Herêmê dijîn hemû vedigerin bajarên xwe, lê mixabin Kurdên di madeya 140 de venegeriyane herêmên xwe û li vir xwe qeydkirine. Lewma rêjeya Ereb li wir zêde dibe û Kurd jî kêm dibe.”

Hêjayî gotinêye ku tevî ku wê pêvajoya serjimêriyê 15 rojan bidome jî, lê tenê ji bo 20-21’ê mehê qedexeya derketinê hatiye ragihandin.

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.