Li Koyê huner miriye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 22 Gulan 2021 - 06:30

HEJAR REŞÎD
ROJNEWS/HEWLÊR

Navçeya Koye cih û warê Tayer Tofîq, Hacî Qadir, Dildar, Sêwe û bi dehan hunermendên din û cihê Koma Bawaciye bû, lê niha wekî ku hunermend dibêjin, desthilata heyî kiriye ku huner li navçeyê bimire.

Mamostayê Beşa Şanoyê li Peymangeha Hunerên Xweşik a Şehîd Cehfer a li Koye Umêd Reza derbarê mijarê de dibêje, "Giyanê heskirinê ji bo huner nîne, ya heyî razîkirina desthilatê û destketên maddî ye."

Desthilat ji şanoyê ditirsin

Mamosta Umêd di dewamê de dibêje, “Desthilat tirsa wê ji huner giştî, bi taybetî jî ji şanoyê heye. Ji ber ku şano rastiyan nîşanê civakê dide daku li ber zilmê rabe. Ji ber vê yekê li Koye huner sist û lewaz bûye. Xizmet nayê kirin, hunerê heyî jî tê reşkirin. Sermeselê, Peymangeha Hunerên Xweşik li Koye heye, li şûna ku kesekî xwedî huner bixin rêveberê wê, kesek anîne ti elaqeya xwe bi huner re nîne.”

Mamostayê Beşa Mûzîkê li Peymangeha Hunerên Xweşik a Şehîd Cehfer û Rêveberê Koma Mûzîkê ya Bawacî Koye, Dewen Mewlud jî dibêje, “Koye di warê huner û Mûzîkê de xwedî dîrokek dêrîne. Lê ev çend salek e, ti çalakî û tevgereke hunerî lê nayê dîtin.”

Dewen Mewlud wiha dewam dike:“Tişta ku niha li Koye bûye sedem huner bi paş keve, rewşa aborî ya xirab, nebûna plan û bernameya wezareta rewşenbîriyê ye ku nekariye wek pêwîst giringî bi hunera bajêr bide.”

Li bajêr huner miriye

Hunermend Piştîwan Kakil jî bi bîr dixe ku Koyê di salên 1970’yî de navendeke hunerî bû li kurdistanê û wiha dipeyive: “Koye di warê mûzîk, helbest û şanoyê de reseniyek wê hebû. Dildar, Hacî Qadir, Keyfî Ciwanroyî û Emîn Axayê Exterî ji Koye derketine. Lê niha li vî bajarî huner miriye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.