Tirkiyê Sûr û Hewsel neparast!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:10

  • Tirkiyê soza xwe ya ji bo sûrên Amedê û Baxçeyên Hewselê binpê kir. Arkeolog Nevîn Sûyukaya ji bo rewşê dibêje, tevî ku ew ketine nav “Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di Tehlûkê de” jî dîsa nehatine parastin û roj bi roj hebûna sûran tê bêmanekirin.

ŞÎLAN ÇÎL / MA / AMED

Sûrên Amedê yên dîrokî û Baxçeyên Hewselê di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya Rêxistina Perwerde, Zanîst û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digirin. Bi pêşnûmeyekê, biryar hat dayîn ku ew di heman deme di nava ‘Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya di Xeterê de’ jî cihê xwe bigirin. Tê payîn ku ev biryar di 9 û 15’ê Îlonê de, di civîna Navenda Mîrateya Çandî ya li paytextê Erebîstana Siûdî, Riyadê de teqez bibe. Endama Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, Arkeolog Nevîn Soyûkaya, bal bire ser reseniya dîrokî û çandî ya bajêr. Wê got bajar hatiye rûxandin û her wiha da zanîn ku ev biryar dereng hatiye wergirtin. 

Soyûkaya da zanîn ku tevî UNESCO’yê ji sala 2016’an ve biryara şandina Mîsyona Reaktîf daye jî, Tirkiyeyê ew venexwendiye. Soyûkaya, diyar kir ku Mîsyona Reaktîf di Mijdara 2022’yan de bi şandeyeke ji 3 pisporan pêk dihat hin tesbît kirin û anî ziman ku di çarçoveya rapora UNESCO’yê de biryar hatiye dayîn. 

Dewleta Tirk mesele paşguh kir

Nevîn Soyûkayayê, da zanîn ku ketina wan a navçeya Sûrê hatiye astengkirin, di pêvajoyên şer, hilweşandin û avakirinê de Sûr bi her awayî hatiye rûxandin. Lê wan bi rêya dîmenên peykê xwe gihandiye daneyên hilweşandinê û li gorî wê jî raporek amade kiriye. Nevîn Soyûkayayê got, “Tiştên ku li herêmê hatin kirin, me belge kirin û tiştên ku divê neyên kirin, rêz kirin û bi nivîskî ji UNESCO’yê re şandin. Me ji saziyên dewletê yên têkildar re jî şandin lê em hatin paşguhkirin. Ji ber ku biryarek hatibû dayîn û ev biryar bi demê re bi awayekî sîstematîk hate sepandin. Hemû projeyên ku me xelet dîtin û hişyar kirin, Mîsyona Reaktîf jî gihiştiye heman encamê. Ji ber ku zanîst yek e, cudatiya encamên zanîstî û teknîkê nîne.” 

Divê Tirkiye Sûr û Hewsel biparasta lê…!

Nevîn Soyûkayayê got; “Ev biryareke eseh û cidî ye. Ji lewre, gava ku xebateke herêmî dibe mîrateya cîhanê, Tirkiye mecbûr e wê biparêze. Ji bo Sûr û Hewselê jî Tirkiyê soz dabû ku ew ê di çarçoveya planên rêveberiya meydanê yên herêmî de Sûr û Hewselê biparêze. Jixwe, UNESCO´yê jî li ser vê sozê her du cih xistin lîsteya mîrateyan. Lê niha halê hazir rewşeke pirr cuda heye li holê. Armanca me ew e ku em bajêr ji nû ve bikin cihekî ku lê mirov bijî, reseniya bajêr ji nû ve ava bikin.”

Sedema hebûnê ji holê rakirin

Nevîn Soyûkayayê, got ku her bûyera têkildarî bajêr, li gel girtî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin bikevin deverên restorasyonê. Ji ber vê yekê, em nikarin lê binihêrin ka çawa hatine çêkirin. Em nikarin belge bikin ji ber ku qedexe ye. Em nikarin bi awayekî teknîkî bişopînin. Her wiha tu çiqas sûran rast restore bikî jî piştî ku we sedema hebûna wan ji holê rakir, hûn wan tenê biparêzin jî hûn wan ji maneya wan qut dikin. Ango yekparêbûna bajêr xera dikin. Tu nirxê wê yê gerdûnî yê bilind tine dikî. Ji ber vê yekê, dema ku em ji aliyê nirxa gerdûnî ya bilind ve lê dinihêrin, parastina sûrên ku sedema hebûna wan tine be, xebata derbarên wan de jî bê mane ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.