Cêrê Medan kirin qutiya çopê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 00:30

Li gorî IranNewsê, cêrekî ji serdema Medan maye, li Muzexaneya Arkeolojîk a Reştê weke qutiya çopê tê bikaranîn. IranNewsê di heman demê de wêneyek parve kiriye û dibêje ev wêne vê mehê yanî Mijdara 2023´yan hatiye girtin. 

Li gorî heman nûçeyê, rayedarekî muzeyê, weke ku henekê xwe bi mîrateya Medan a li Îranê bike, gotiye, ev rêbazeke wan e da ku pêşiyê li diziya qutiyên çopê yên plastîk û darîn neyên dizîn, wan ev rêbaz daye ber xwe. 

Dewleta Îranê di warê parastin û restorasyona mîrateya gelek miletên li ser erdên xwe, ne tenê kîm e, di heman demê de gelekî xemsar e jî û lewma dikare berhemeke ew çend giranbiha bike qutiyeke çopê. Axir cêrê hezarsalî yê Medan bûye qutiya çopê li muzeyeke rejîma Îranê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.