Alîkariya mazota avdanê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Nîsan 2024 - 00:51

Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota avdanê kir.

Nivîsgehê belavkirina beşa yekemîn a mazotê bi dawî kir ku 6 milyon û 485 hezar lître li cotkaran belav kir. Jê 2 milyon û 835 hezar lître ji cotkarên xwediyên bîran belav kir û 3 milyon û 650 hezar jî da kooperatîfan. Li Reqayê 151 kooperatîfên ruxsetkirî û hezar û 30 bîrên ji aliyê Gerînendetiya Çandiniyê ve hatine ruxsetkirin, hene. Li gorî endamê rêveberiya Nivîsgehê Yasîn El Xelef piştî bidawîkirina beşa yekemîn a mazotê dest bi belavkirina beşa duyemîn kirine. Nivîsgeha Çandiniyê ji bo her donimek zevî ku bi bîran tê avdan, 20 lître û ji kooperatîfan re 12 lître veqetandiye. Çaverê ye ku mazot li gorî plansaziya çandiniyê ya zivistanê li ser 5 beşan bê belavkirin

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.