Emrek ji bo gotinên pêşiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 31 Tîrmeh 2023 - 14:24

SILAVA EBDUREHMAN / ANHA / QAMIŞLO

Gotinên pêşiyan, mîraseke çandî û gelêrî ya neberçav a civakan e. Ji wan civakan, civaka Kurd e ku xwedî taybetmendiyeke cihê ye. Bi salan e zimanê Kurdî bi saya zimanê bapîr û dabîran li ser piyan e. Di gelek rewşan de Kurd gotinên wan bibîr tînin. Gotinên pêşiyan, bi kurt û kurmancî bîra gelan temsîl dikin. Gotinên pêşiyan her wiha serpêhatiya kesan jî vedibêjin û bi saya serpêhatiyan ev gotin di nav ziman de bi cih bûne.

Ji lewma jî li paş her gotineke pêşiyan serpêhatiyeke rast jî heye. Ezmûn û tecrubeyên xelkê kirine ku ev gotin biafirin û werin bikaranîn. Gotinên pêşiyan, kurt û bi kêr in ku bi devkî ji nifşekî derbasî nifşekî din bûne. Hevokên xweş û çêkirî ne. Gotinên wê di nav civakan de naskirî ne. Hewldanên ji bo parastina gotinên pêşiyan di her warî de dewam dikin. Di vê çarçoveyê de welatiya bi navê Rebîe Tirkî Zilfo (50) ev çend sal in daye pey gotinên pêşiyan.

Rebîe sala 1968`an li gundê Sinceq Sedûn ê Amûdê ji dayîk bûye. Di wê demê de, li dijî gelê Kurd û çanda wî, rêbazên herî hovane yên înkarkirin û bişaftinê ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin kirin. Rebîe keça malbatekê ku ji 6 keçan û 4 xortan pêk tê. Li dibistana gundê xwe heta refa 6 xwendiye. Ji piçûkahiya xwe ve tevî dayîka xwe beşdarî civatên jinên temenmezin dibe. Di civatan de li gotin û axavtinên wan bi baldarî guhdar dike û ev gotinên pêşiyan bi vî awayî bala wê dibin ser xwe.

Li civatan gotinan jiber dike

Rebîe jineke jêhatî û bi hewes e. Wê wan rojên berê bi van gotinan bibîranî; “Balkêş û zîz bûn. Hêsan lê di heman demê de kûr bûn. Gotineke pêşiyan ji wan devan derdiket lê têrê dikir ku çîrokekê bi ziman bike di xeyalan de. Ji ber wê, têkiliyeke xurt di navbera min û wan civatan de çêbû û min dest bi ezberkirina wan gotinan kir.”

Gotin bîr û psûleya civakê ne

Rabî wî wextî jineke ciwan e. Destpêkê ew van gotinan jiber dike lê bi wextê re dest bi nivîsandina wan jî deke. Ji salên 1990’î heya ber bi salên 2000’î gotinên pêşiyan tomar dike lê sed mixabin ew van gotinên ku qeyd kiriye winda dike. Lê ji ber ew jineke jêhatî ye dev ji gotinên pêşiyan bernade û careke din dest bi nivîsandina gotinên pêşiyan dike. Ji wê demê û heta niha wê qederê hezar gotinên pêşiyan di lênûska xwe tomar kiriye. Biçe ku derê lênûska xwe bi xwe re dibe. Rebîe têkildarî lênûska xwe got: “Min nivîsî ji bo ji bîr nekim. Ew bîr û pûsûleya civakê ye. Divê em wê biparêzin û nifşên bê li ser wan mezin bikin.”

Lênûsk û pênûs her dostê min bûn

Tevî ku Rebîe di çend salên dawî de krîza dil derbas dike, lê dîsa jî rêwîtiya xwe ya ji bo gotinan temam dike. Wê jî bo vê yekê jî got; “Lênûsk û pênûsa min her tim li ba min bûn. Di vê rêwîtiyê de ew dostên min bûn. Hin caran ev rêwîtî zehmet dibû ji ber ku pêwîstî bi bîreke xurt heye. Hin caran gotineke pêşiyan saet 2:00`yan ango piştî nîvê şevê tê bîra min. Di tarîtiyê de be jî ez dîsa li lênûsk û pênûsa xwe digerim û wê gotina hatiye bîra min dinivîsim.”

Bila weke pirtûk werin çapkirin

Rebîe ji bo parastina gotinên pêşiyan her tim lênûska xwe bi xwe re digerîne. Di her rewşekê de gotinekê ji wan gotinan dibêje. Bi rûyekî li ken jî got: “Êdî her kes dibêje Rebîe û gotinên wê yên pêşiyan di her rewşekê de yan jî gotinekê yan jî çîrokekê de heye.” Rebîe di dawiya axaftina xwe de hin gotinên pêşiyan ku nivisîne, çima û kengî tên bikaranîn jî rave kirin. Tekane hêviya Rebîeyê ewe ku qedrê van gotinan were zanîn û ew di pirtûkekê de werin çapkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.