Keleha dîrokî veguherî sergoyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:35

Keleha Birca Belek a dîrokî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê veguyeriye sergoyê. Midûriyeta Giştî ya Berhemên Çandî û Muzeyan a girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê di sala 2021’an de îhaleya restorekirina Keleha Birca Belek da Şîrketa Anonîm a Turîzm Înşaet û Bazirganiyê ya Zeydanli. Diviyabû ev restorasyon salek berê biqediya lê hê jî didome. Di demeke ku restorasyon didome derdora kelehê veguheriye sergoyê. Herêma peykerê şêr û li bin dîwarên kelehê gelek gelaş kom bûye. Dîroka Birca Belek Beriya Zayînê (B.Z.) ji 4 salan dest pê dike. Qraltiyên Gutî, Med, Asur û Mîrtiya Botanê li vir hukmê xwe kirin. Di serdemên Osmanî û komarê de jî ev der heta demekî dirêj weke baregeha leşkerî hat bikaranîn. Di sala 2010’an de leşkeriyê ev der vala kir. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.