Mappa Mundî yan jî nihêrînek li dinyayê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 5 Hezîran 2023 - 05:58

  • Bi riya derfetên teknolojîk dinya her diçe piçûktir dibe, yanî ew tê dikeve mala me. Yek ji nexşeya herî mezin a kevnar a ku bi çavê Ingilîzekî dinyayê teswîr dike, niha bi awayekî online jî tê dîtin. Nexşeya bi navê “Mappa Mundî” ku niha li Katedrala Herefordê tê parastin, nexşeyeke balkêş e.

Nexşeya bi navê “Hereford Mappa Mundî” ya ku beriya niha bi qedeê 800 salan hatiye çêkirin, teswîrên cuda yên dinyaya dêrîn nîşanî mirov dide. Kesekî Ingilîz ev nexşe çêkiriye û li serê motîfên Încîlê, keştiya Nûh, afrîdeyên mîstîk û her wiha erdnîgariyên rasteqîn hatine xêzkirin. Bi çavê Ingilîzekî, em dinyaya beriya qederê 800 salan hatiye teswîrkirin, dibînin. Ev nexşe bi her awayî teswîrên xweşik û ecêb nîşanî xelkê îro dide. Xerîteya kevnar niha li Katedrala Hereford a Ingilîstanê tê parastin. Mezinahiya nexşeyê jî “135 cm × 165 cm” ye. Beriya niha xelkê dikarîbûn tenê li katedralê wê bibîne, lê ji îro û pê ve, êdî ew bi aweyekî online jî tê dîtin. Nexşeya bi navê “Mappa Mundî” bi awayekî dîjîtal û kalîteyeke baş li ser malperekê hatiye barkirin; ji bo hûn biçin rabuhiriyê û bi çavê Ingilîzekî li dinyaya kevnar binihêrin, hûn dikarin bi riya malperê vê bikin.

Nexşeya bi navê “Mappa Mundî” yek ji naxşeyên “Serdema Navîn” e. Di nav nexşeyên vê serdemê de, yên ku tiştek bi serê wê nehatiye û heta roja me ya îro bi saxlemî hatiye parastin, ev nexşe ye. Mappa Mundî nexşeya herî mezin a dinyayê ya kevnar e. Nexşeya bi navê “Ebstrof” ya Elmanan çêkirûbû ji vê mezintir bû lê di Şerê Cîhanê yê Duyem de winda bû û careke din nehate dîtin. Nexşeya Mappa Mundî li ser kaxizên parşîmen bi hibrê hatiye xêzkirin. Li gorî xêzên li ser nexşeyê parzemînên Asya, Ewrûpa û Efrîka hene. Yanî dinya bi sê awayan hetiye dabeşkirin.

 

Teswîrên antîsemîtîk

Di nexşeya Mappa Mundî de Quds bêhtir derdikeve pêş û ew li navendê dimîne. Ji xwe ev nexşe bêhtir nihêrîna Xiristiyanên Ewrûpî yên serdema navîn teswîr dike. Bajarên weke Parîs û Roma di nav bajarên Ewrûpa de û her wiha li parzemîna Ewrûpa bajarên herî ku bi hurgilî ne ku hatine li ser nexşeyê hatine teswîrkirin. Li ser nexşeyê bi tevahî 420 bajar hatine teswîrkirin, lê hin bajar jî weke yê Hereford bi awayekî piçûktir hatine teswîrkirin. Nexşe di heman deme de behsa hatina duyem a Hz. Îsa jî dike. Çîrok û serpêhatiyên di kitêba pîroz a Încilê de li nexşeyê hatine zêdekirin. Baxçeyê bihûştê, Birca Babîlê û Hz. Mûsa bi nihêrîneke antîsemîtîk hatine teswîrkirin. Jixwe, di sala 1290’î de, ango di serdema navîn de Ingilîzan gelek cihû qewirandibûn ji Ewrûpayê. Ji lewma jî teswîrên li ser nexşeyê yên antîsemîtîk balkêş in û derbarê wan heyaman de jî agahiyan dide.

 

Mirov û afirîdên li ser nexşeyê

Mirovên efsanewî û afirîdên dirinde nexşerêya Mappa Mundî dixemilînin. Li Efrîkayê afirîdekî bi navê “Blemmye” heye ku di destekî wî de mertal û di destê din de jî rim heye. Her wiha sere wî jî tine ye, tenê gewde heye. Li ser nexşeyê Sciapod û Troglodit jî hene. Ew jî her tim xwe vedişêrin. Hespên ku tenê qiloçekî wan hene jî hatine teswîrkirin. Wekî din werşeqên ku dikarin qewimandinên li pişt dîwaran bibînin jî hatine teswîrkirin. Her wiha labîrentek jî li ser nexşeyê heye û xelk dikare labîrenta efsanewî jî bibîne û di labîrentê de bide pey eyarê (post) zêrîn. Kitekit û hûrgilî li ser nexşeyê gelek in û gelek tiştan nîşanî mirovan dide. Bi awyekî online, xelk dikare vê nexşeya balkêş bi gelek awayan bibîne, hibra li ser nexşeyê û her wiha stêrkên li ser jî dîsa bi riya teknîka “3B” mirov dikare bibîne.

 

Magna Carta û pirtûkxaneyeke mezin

Her çiqasî destpêka çêkirina vê nexşeyê û serpêhatiyên wê werin veşartin jî baş tê zanîn ku ew bi salan li Katedrala Herefordê hatiye parastin. Tên di hin wextên taybet de katedralê destûr da ku xelk vê nexşeyê bibînin. Ew bi deriyên darî hatibû pêçandin û zû bi zû kesî nikaribû ew bidîta. Herî dawî di Şerê Cîhanê yê Duyem de çend caran ji bo di bin kavilên bomberanan de nemîne hate veşartin. Lê piştî ku rewşa dinyayê hinekî aramtir bû, nexşe dîsa derket holê. Xelkê dikarî nexşeyê li katedralê jî bibînin. Katedrala Hereford xwedî pirtûkxaneyeke dewlemend e jî û gelek pirtûk lê hene. Her wiha yek ji kopyayên “Magna Carta” ku belgeyeke dîrokî ya Ingilîzan e jî dîsa li katedralê ye û xelk dikare vê belgeyê jî bibîne.

Lê êdî kesên ku nikarin herin serdana katedralê, dikarin bi riya malpera www.themappamundi.co.uk jî xwe bigihînin nexşeya Mappa Mundî, pirtûkxane û belgeya Magna Carta ya li Katedrala Herefordê. Yanî hûn dikarin li mala xwe jî berê xwe bidin rabuhiriyê û teswîrên beriya qederê 800 salan yên dinyayê bibînin û li ser wê serdemê bifikirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.