Helbest cotek çav e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 02:45

  • Helbestkar Şahîn Vûral ê bal bir ser helbest û wêjeya kurdî da zanîn bersiva pênaseya helbestê ji bo helbestvanekî pir zehmet e, ji ber ku helbest tenê ne tiştek e, dikare her tişt be û got: ”Helbest çivîkek e, dengê baranê ye, qêrîna dayikekê ye, bêhna genim e, cotek çav e, kenê zarokekî ye..."

ROZA METÎNA / AMED

Helbestkar Şahîn Vûral ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye. Du pirtûkên helbestan ên bi navê Xweş Helal Be (Weşanxaneya Sîtav) û Niqirîsk (Weşanxaneya Lîs) ên helbestkar Şahîn Vûral hene.  Şahîn Vûral ê bi nivîsandina helbestên kurdî di heman demê de xizmeta ziman û wêjeya kurdî dike, li ser pênaseya helbestê, ziman û wêjeya kurdî, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê, xebatên derbarê helbestê de nirxandin kir. 

Helbestkar Şahîn Vûral di destpêkê de li ser pênaseya helbestê sekinî û wiha got:"Bersiva pênaseya helbestê ji bo helbestvanekî pir zehmet e, ji ber ku helbest tenê ne tiştek e, dikare her tişt be. Ji bo wanî helbestvan tenê nikare navekî li helbestê bike û helbestvan her herkû  helbestek nûh dinivîsîne bi wê helbestê nav û maneyek nûh li ba helestvan çêdibe. Gava ku rewş wanî be weke ku hûn jî dizanin helbestvan tim û tim birçîyê helbestek nû ye. Peyvên dawî dirêj nekim. Helbestvan çiqasî helbestê bi nav bike jî lê wê tim ew nav li ba helbestvan bê xwê be. Li ser rûyê erdê çiqas mirov hebe ewqas jî navê helbestê hene. Ji ber ku her mirovek helbestek wî heye û li gor xwe helbestê bi nav dike lê em çiqas helbestê bi nav bike jî wê tim û tim kêm be. Lê illim eger ez navekî li helbestê bikim ji bo min; çivîkek e, dengê baranê ye, qêrîna dayikekê ye, bêhna genim e, cotek çav e, kenê zarokekî ye..."

Tiştên bi serê wî de hatine kirine mijar 

Şahîn Vûral ê bal bir ser naveroka helbestên xwe wiha pê de çû:"Di serî de jî min got ji ber ku mirov nikare navekî tenê li helbestê bike, di pirtûkên helbestvanan de jî  gelek mijar hene. Ji ber ku her kêlîyên mirov ne wek hev in helbestvan jî bi her helbestek xwe mijareke nû tîne ser ziman. A rastî ez bi vêya bawer im, helbestvan çiqasî jî mijarên helbestên xwe  bi zimanekî paqij bîne ser ziman jî xwendevan wê tim li gor rewşa xwe û kêlîya ku tê de dijî wê manê bide helbestê. Serê we neêşînim di helbestên min de tiştên hatine serê min û bûyerên di civakê de qewimîne, li dinyê çi bûye û wê çi bibe bûne mijarên pirtûkên min. Mînak; tiştên ku li enîya min hatine nivîsandin."

Ziman û helbest hev xwedî dikin

Şahîn Vûral da zanîn helbest ziman xwedî dike her wiha ziman jî bingeha helbestê ye û wiha dewam kir: "Helbest ji xwe ziman e. Zimanê civakê bi xwe ye. Helbestvan jî parçayekî civaka xwe ye. Îcar gava ku helbestvan helbestekê dinivîsîne ew helbest dibe dengê zimanê wî û rewşa civaka wî. Min di serî de jî gotibû, navek, wateyek helbestê tenê tune ye ji bo wanî helbest carinan lîstin an cîhguhertina peyvan e, carinan jî dibe sirûdek, dibe stranek û konê xwe li ser dilê mirov vedike û mirov li pê xwe digerîne. Mînak: strana Mihemed Şêxo 'Ay lê gulê' û helbesta Dildar 'Sirûda Kurdistanê Ey reqîb'. Ger ev gotin ne zêdeyî serê min be helbest; şekl û şemalê dide ziman û wek bazirganan berê civakê dikare bikşîne her derê û li pê xwe bigerîne. Ziman û helbest hev xwedî dikin."

Di helbestê de gotinên hunerî 

Şahîn Vûral ê di heman demê de bal bir ser gotinên hunerî yên di helbestê de û wiha got:"Jixwe hest bi xwe helbest e. Jixwe gava ku hestê mirov ne şîyar be di warê hunerê de nikare tu tiştî biafirîne gava ku biafirîne jî ew tişt ne huner e, ev dibe bazirganî. Bi kurtasî helbestê vê dawiyê min nivîsandîye wanî ye. Ango gotinên hunerî hîn zêde derketine pêş. Ji ber ku ez li ser hertiştî ( gotin, deng , ziman, zeman...)  zêde û dirêj difikirîm."

Divê berê helbest bê fêmkirin

Şahîn Vûral li ser kar û xebatên ji bo helbestê jî wiha got:"Xebatên li ser helbestê gelekî kêm in ji ber ku helbest tiştekî pîroz e ne tiştekî ji rêzê ye. Tiştên pîroz û ne ji rêzê be mirov dikare ser wî hezar û yek şîrovan bike lê nikare ji sedî sed jê fêm bike. Ji bo ku tu xebatan li ser helbestê bike divê di serî de tu zanibe helbest çi ye. Ev jî pirsgirêka herî mezin e. Jixwe min di serî de jî gotibû helbest dikare ne tiştek be û dikare hertişt be ji ber vê yekê kesên ku helbestê fêm neke nikare xebatên girîng li ser helbestê bike û nikare xwe bigîhîne xweşikahîya helbestê. Pir hindik kes  dikare helbestê fêm bike û xweş derbarê vê de xebatan bike."

Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê 

Şahîn Vûral ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî jî wiha got:"Divê di serî de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Û divê sîyasetmedarên me, nivîskarên me, helbestkarên me (ez jî tê de) stranbêjên me ne tenê li konsera yan jî li hember kamerayan bi kurdî bipeyivin, dive bi zaroken xwe re, li hundir li derve di xew de kurdî bifikirin kurdî biaxivin bi kurdî xewnan bibînin. Ne tenê mehekê yan jî ji bo kampanyayekê bi kurdî bipeyivin an jî xebatan bike. Divê hemû organîzasyon, komale, sazî ji bo vê pêk bîne divê xebatên hîn xurt, stratejîk û profesyonel gavan bavêjin. Ger wanî tevbigerin ne di demek nêz de be jî em ê di demek fireh de bibînin gelek tişt hatine guhertin û civak hîn bêtir xwedî li zimanê xwe derdikeve. Ger em wanî tevbigere helbestvan, nivîskar û hwd. wê hîn bêhtir bê famkirin û hîn bêhtir bê xwendin. Gava ev tişt wisa bibe helbestvan jî wê bibe xwedî hêzek hîn mezin û wê helbestên hîn xurt û hêja binivîsîne û wê zimanê xwe, helbesta xwe û navê xwe di sedsala ku tê de dijî de binivîsîne. Û wêjeya kurdî wê xwe bigîhîne asta wêjeya cîhanê."

Perçeyek gotinên wê stranê

Şahîn Vûral ê ku bavê wî Sabrî Vûral jî helbestkar e li ser pirsa, Di heman demê de di pirtûka te ya helbestê de nêrinên bavê te jî hene. Em dikarin bêjin te ilham ji bavê xwe jî girtiye wiha got: "Di malekê de dayik ji bo min strana wê malê ye. Bav jî nivîskarê wê stranê ye. Îcar ji bo wanî kesekî bi kok û asasê xwe bi mala xwe ve girêdayî be, bixwazî jî nexwazî jî dibe perçeyek gotinên wê stranê..."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.