Kaka giyan...

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 14 Gulan 2025 - 07:30

  • Carna hilgirtina çiyayekî li ser pişta xwe, ji gotina du hevokan gelekî siviktir e. Ji bo tu karibe zeman û mekan, atmosfer û hemû xalên jiyanê ên girîng bîne cem hev, mirov neçare barê wî çiyayî li ser pişta xwe bigerîne.

DÊRSIM ZÊREVAN

Kaka giyan... kaka giyan... bi lerzîna bedena wê ya narîn û biçûk ev gotin ji nava lêvê xuşkeke hewramanî ku di bihara vê dem salê ji hêviya dîdara birê xwe, kekê xwe qutbû derket. Bi qasî ku bihar ji bo mizgîniyke, nûrojeke, nûsirûşteke, nûberxwedaneke ku di her berbanga saleke nû dipişkive, lê ji gelek êşan jî ne xaliye.

Argeş û Bêrîtan çîroka wan ya wê bi rêwîtiya çivîkên ku wê bi bedena sîmûrg re bibûna yek li çiyayê zagrosê dest bi firê kiribûn. Zarokê gundê neolotîkê yên Hewreman ku hîna jî hêlînên wan di ser hev re rêzkirine di quntara çiyayên asêkirî de. Neviyên Zerdeşt in, lewra wê agirê ocaxa magan heya deh rojan pêxistî be ta ku Ahûra Mazda were pêşwaziya Argeş. Di zerdeştiyê de yê ku di riya heq de be şîna wan nayê kêşan, yên ku di jiyanê de baş hizirîne, baş axivîne û baş kirine li ser wan rondik nayên barandin. Ji ber ku tu guman ji bê qusûriya wayî kemalê nîne. Şîn ji yên bi qusûr û kêm başî kirine tê vegirtin. Her çiqas Bêrîtan dil zîz be jî lê ne di şînê de ye. Zarokê welatê şîn ku li ser rûyê sirûşta wê buhişta wê li ser erdê jiyane. Ji xwe tewanekî wa nîne ku hewcedarî bibin ebd da ku biçin bihişeteke din. Ji Hewremana Ahûra vejiyan û giyanê wan wê li Hewraman vegere ger rojek ji zeman mabe. Ger rêwîtî me li ber bayê xwe ber balav bike jî kok her li cihê xwe dimîne.

Û ez a niha lal im

Carna hilgirtina çiyayekî li ser pişta xwe, ji gotina du hevokan gelekî siviktir e. Ji bo tu karibe zeman û mekan, atmosfer û hemû xalên jiyanê ên girîng bîne cem hev, mirov neçare barê wî çiyayî li ser pişta xwe bigerîne. Nepenî emanetên herî giran ku di sukra mirov de mîna xaçekê li ba dibe. Her li babûna wê, di cihekî di bedena mirov re diçe û şûna wê birîneke kûr li şûn xwe dihêle. Nepenî mîna xencerekê ye di dil de ye, her ku mirov dikene di dil de diçe xwînî dike. Nepenî mîna tiliya kul e, li ku bikeve rih ji bedena mirov dikşe.  Nepenî mîna sitiriyekê ye di binê lingê mirov de her ku tu pêlê dike kûr diçe. Û ez aniha lal im. Awirên min bizdok û revok in. Nikarin bi merdî li rûheyviya Berîtan binerim. 

Delaliya birayê bi tenê 

Di şefeqa demsala biharî de Argeş koça dawî kiriye. Ez, ew, ya dî û yên dî hemû pê dizanin, tenê ya ku pê nizane Bêrîtan e. Cêwiya xewnên Argeş. Hozana şiveriyên wî yên dirêj. Awaza rondikan, yara şevbihêrkên ber perengan. Dosta bîranînên şevên çaya bi qend. Biçûka xuşkan. Delaliya birayê bi tenê. Û Bêrîtan pê nizane.

Çiya bi hewara me ve tên

Ez, em pê dizanim û Bêrîtan pê nizane ku em pê dizanin kekê wê bûye gerestêrka li esîmanê mêrîvanê. Di xewna xwe de, destê Bêrîtan di destê min de, di bin baraneke xeydokî melûl, ez Bêrîtan bi dû xwe de dibezînim. Ji serê vî çiyaî, gelî, çeman diçim wî serê din. Çawa ku nasnameya dîroka kurdan bi ketina zorahiyê berên xwe didin çiyan û bi çiyan tê nasîn. Di her zehmetiyeke jiyana xwe, di xewnê xwe de çiya bi hewara me ve tên. Çiyan dayiktî ji me re kiriye, di zorahiyê de wê çawa me hest neke. 

Gelo hevala bi hest û wateyên di çavê xwe de şehadeta Argeş teyisandin Bêrîtan. Bê ku hinek bizanibin li dereke ku Bêrîtan li wir be wê behsa şehadeta wî bikin. Di van rojên ku em vê nepeniya ku weke sitiriyekê di gewriya me de asê maye, dilê me bi taswasê tije kiriye. Ji ber ku bihîstina vê xeberê bê hemdî û bi awayekî yek ser, mirov di çi gerdelûlekê de dizivirîne em dizanin.

Kenê biharî hîna geş e

20 roj derbas bû lê Bêrîtan nizane. Lê her tişt di vê jiyanê de bi hevaltiyê dest pê dike. Yek li dû yekê bûn mêvanê Bêrîtan. Kenê biharî hîna geş e li ser lêvên wê, bîranînên Newrozê zindîne di çavê wê de. lê mixabin rastî zora her neçariyê dibe. Gelek ji van hevala ji ber ku xuşk û birayên xwe şehîd ketine, êş û jana di van kêliyan de biqewime dinasin. Bi her hevaleke xwe re dubare jiyan dikin. Lê kêlî ew kêliye ya despêkê ye. Ev kêliya ku dibe wêneyê hafiza mirov a qeydkirî. Rojê carekê du cara xwe li bîra te tîne. Lê dîsa kêlî ew kêlî ye. Kevn nabe jana wê. Jibîr nabe dîmenên wê. Kes naxwaze ku ya bêje ew be. Ma ne hevaltî ji bo gotina xweş ji devê me derkeve ye. Ji ku derê destpê dibe yê bêjer di serî de gotina peyda nake. Çarçoveyeke giştî û dixwaze gotina li dû hev zû bikşîne da ku bê dawî. Lê dîsa jî dike û nake ya pêwîste were gotin û ya divê di dawiya dawî de were gotin ji nava lêvên wê dernakeve. Lê mixabin hevalê me hevalê te Argeş Hewraman di 22, adara 2025 de şehîd ketiye.

Argeş Newroza xwe ya dawî geş kir

Yên derûdorê rûniştî ji bo çavên wan li çavê Bêrîtan nekeve heya nav û şehadeta Argeş derbas bibe. Awirên wa xayiz li tiştekî di hundir de sekinî mabû. Keser û kerbên ku ji hinavên xwe dikşandin bahoz û tofana bi ser her şerekî ku dilê mirovekî bişkîne li ber xwe dibir. Ji bo aşîtiyê di wan çirkê gotinê de dîroka hemû şeran di hundirên xwe de şermezar dikirin. Lê wê Bêrîtan bizanibe ku Argeş di saetên xwe yên dawî agirê Newroza xwe ya dawî geş kir û bû çûrska agirê xwe. Wê ji îro û şûn de jî di roja 22 Adarê de jî wê Mêrîwan, Hewremana rojhilatê Kurdistanê û xwişka birayê bi tenê ARGEŞ bikin li wan lûtkeyên çiyan. 

Bêrîtan Hewraman wê ji îro pêde bi wê qirika xwe ya kewgozelî Argeş jî di nava sitranên xwe re derbas bike. Sêtara wê awazê hesreta bêrîkirinê bijenîne. Wê kaka giyan bibe peyva destpêkê a her rojeke ku Bêrîtan çavê xwe li ronahiya rojê veke.    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.