- Weşanger û nivîskar Azad Zal da zanîn di rojên pirtûkan û pêşangehan de herî zêde girîngiya ziman dertê pêş û got: ”Ev dibe sedema pêşketina kurdî û pêşketina xwedîderketina li zimanê Kurdî jî. Em di wê baweriyê de ne bi xwendin û rexnegiriyê ziman û wêjeya Kurdî pêş dikeve.”
ROZA METÎNA / AMED
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de di navbera 27ê Gulanê û 1’ê Hezîranê de li Qada Şêx Seîd a li navçeya Yenîşehîr a Amedê Rojên Pirtûkên Kurdî li dar dixe. Rojên Pirtûkên Kurdî roja sêşemê dest pê kir û di 1’ê Hezîranê roja yekşemê (duh) bi dawî bû. 32 weşanxaneyên Kurd û nêzî 200 nivîskar beşdarî rojên pirtûkan bûn.
Weşanger û nivîksar Azad Zal têkildarî Rojên Pirtûkên Kurdî, girîngiya wê nirxandin kir. Azad Zal di heman demê de bal bir ser girîngiya zimanê kurdî, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û têkoşîna di vê qadê de tê dayin.
Ziman bingeha civakîbûnê ye
Azad Zal di destpêkê de girîngiya zimanê kurdî nirxand û wiha pê de çû: ”Di dîroka civakê de amûra herî girîng û bingeha civakîbûnê ziman e. Ziman civakê dike civak. Mirov dikare bibêje civak pêşî bi ziman bûye civak. Di destpêkê de ziman hebûye, niha heye û ew ê her hebe. Zimanê Kurdî jî ji bo civakîbûna gelê Kurd amûra bingehîn e û heta ku yek kurdek hebe ew ê girîngiya Zimanê Kurdî bingehbûna xwe biparêze. Belkî ji bo gelên dinyayê yên din zimanê wan wekî her amûrên din girîng e, lê ji bo Gelê Kurd Zimanê Kurdî amûra heyînê ya Kurdan e. Em dikarin ji bo gelê Kur dikarin bibêjin heta niha Zimanê Kurdî civaka Kurd wekî milet, gel, netewe parastiye. Di dîroka Kurdan de Kurd gelek tiştên xwe wenda kirine, lê wendakirina zimanê xwe qet û qet qebûl nekirine. Kurdan di pêvajoya civakîbûna xwe de girîngiya ziman tu caran ji bîr ve nekirine, ev jî nîşaneya qedîmiya Kurdî ye. Bi hemû zaravayên xwe mirov dikare bibêje Zimanê Kurdî gencineya herî mezin û girîng ya Kurdan e.”
Perwerde bingeha xwebirêvebirinê ye
Azad Zal ê ku bal bir ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê wiha dewam kir: ”Perwerdehî pergala bîra civakê ye. Tu civakek bê perwerdehî nîn e. Perwerdehiya civakî ji malbatê dest pê dike heta dawiya jiyana kes didome. Perwerdehiya bipergal a dibistanî ji bo pergala siyasî ya birêvebirinê girîng e. Her çi qas bi hezar salan e gelê Kurd perwerdeya hundirîn ya civakî bidomîne jî, perwerdehiya dibistanî zêde pêk neaniye. Ji ber ku xwe bi xwe bi rê ve nebiriye, her tim maruz maye, di bin pergala hêz û dewletên dagirker de perwerdeya dibistanî dîtiye, ev jî rewşa civakîbûn û bîreweriya neteweyiyê lawaz kiriye. Ji lew re dagirkerî bi zanîn perwerdeya dibistanî ji bo Kurd bindestiyê qebûl bikin û wekî qedera xwe bibînin bi kar aniye. Ji bo wê jî perwerdehiya dibistanî bingeha xwebirêvebirinê ye, ev jî girîngiya bi zimanê dayîkê girîngtir dike.”
Rojên Pirtûkên Kurdî pêşketina ziman e
Azad Zal da zanîn ku lidarxistina Rojên Pirtûkên Kurdî ji bo ziman û wêjeya kurdî girîng e, bandorê li ser pêşketina ziman û wêjeya kurdî jî dike û wiha lê zêde kir: ”Rojên Pirtûkan an jî pêşangehên pirtûkan rewşa xwenda û zanabûna civakan diyar dike. Em dikarin bêjin rojên wiha pêşketina ziman e. Di nava civakê de çi qas xwenda zêde bin ew qas civak di asta jor de bi zanîn dijî. Mexsed û armanca lidarxistina pêşangehên pirtûkan zêdetir pirtûk bigihîjin xwîneran. Derfetên peydakirina pirtûkan bi riya pêşangehên pirtûkan zêdetir dibin. Ev wek kevneşopî ji mêj ve ye li deverên curbecur ên dinyayê têne lidarxistin. Li Kurdistanê, di nava civaka Kurdan de bi taybetî şert û mercên lidarxistina pêşangehan ji salên 2000’î bi şûn de pêş ket. Ji aliyekî ve dibistanên Kurdî, zanîngehên Kurdî vebûn, li her çar aliyên Kurdistanê xwînerên pirtûkan zêde bûn, zimanê Kurdî piştî têkoşîneke giran bû zimanê xwendin, nivîsandin, afirandina berhemên giranbûha. Ev jî li gelek deverên Kurdan pêwistî bi pêşangeh û rojên pirtûkan derxist holê. Weşangeriya Kurdî jî di vî warî da gelek pêş ket. Dem bi dem weşanxaneyên Kurdî zêdebûn. Nivîskariya Kurdî zêde bû, pê re girseya xwendinê jî berefirehtir û zêdetir kir. Niha di dema îroyîn de bi tenê li Bakurê Kurdistanê, bajarên Tirkiyeyê ji 50’yî zêdetir weşanxaneyên Kurd hene. Li ser vê rastiyê pêwistiya birêxistinkirin û bi hev re karkirina weşangeran derket holê. Di sala 2010’an de cara yekemîn wekî însiyatîf weşangeriya Kurdî li hev civiya. Di sala 2010’an de li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ya Yekemîn ji 15’an zêdetir weşangerên Kurd hatin ba hev û pirsgirêk û dervetên weşangeriya Kurdî nîqaş kirin û Însiyatîfa Weşangerên Kurd ava bû. Însiyatîfa Weşangerên Kurd li gelek deveran xebatên pêşvebirina weşangeriyê, digel wê pêşdebirina ziman û wêjeya Kurdî jî peyderpey asta xwe bilind kir. Mafên bingehîn ên weşangeran bi riya Însiyatîfa Weşangerên Kurd hat parastin, derfet hatin zêdekirin û di 2024’an de hate asta xwebirêxistinkirina yekîtiyê. Ji ber wê Yekîtiya Weşangerên Kurd ava bû. Bi navê YEWKURD nasnameya xwe derxist pêş û li her deverê parastina ziman û wêjeya Kurdî, pêşdebirina hişmendî û bîreweriya civaka Kurd derket pêş, derfet û mercên pêşvebirina ziman û çand û wêjeyê jî zêdetir bûn. Êdî YEWKURD rista girîng girte ser milê xwe û dimeşe. Wekî însiyatîf li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsînê; li Hewlêr, Silêmanî, Zaxo; li Urmiyê, Mihabadê, Sinê, Tehranê; li Qamişlo, Efrîn, Kobanê; li Ewropa, Frankfurt, Berlîn û gelek deverên din di pêşangehan de cî girt û girîngiya ziman û wejeya Kurdî derxist pêş.”
Divê rexnegiriya Kurdî pêş bikeve
Azad Zal da zanîn ku ji bo rexnegiriya Kurdî pêş bikeve divê xwendina Kurdî, xwedîderketina li zimanê Kurdî pêş bikeve û wiha dawî li gotinên xwe anî: ”Em ji xwendevan û xwînerên Kurdî vê dixwazin; ji kerema xwe re bi tenê stendina pirtûkan divê têr neke, divê pirtûk ji bo xwendin û pêşvebirina bîreweriyê bên standin û bêne xwendin. Em di wê baweriyê de ne bi xwendin û rexnegiriyê ziman û wêjeya Kurdî pêş dikeve. Xwedîderketin jî bi vî awayî watedar dibe. Xwendineke baş, rexnegiriyeke baş bi xwe re tîne. Divê di warê nivîs û wêjeya Kurdî de rexnegiriya Kurdî pêş bikeve. Mixabin di vî warî de gelek valahî heye. Bi taybet nifşên nû, xwendekarên dibistan û zanîngehan di vî warî de rexnegiriyê wekî beşek wêjeyê bigirin ber çavan û li gorî wê rexnegiriya me pêş bikeve.”