Festîvala Wêjeyî bi dawî bû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 28 Gulan 2025 - 00:36

Çalakiyên roja 3'yemîn, ya dawîn a Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya li bajarê Reqayê, bi rêya helbest û çîrokên curbicur ên wêjevan û helbestvanên Sûriyeyî, girîngî da dîrok, şaristanî û hevsengiya çandên li Sûriyeyê.

Festîval, di 23’yê Gulanê de, ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a kantona Reqayê ve, bi diruşma "Ximava Sûrî ji bo aştiyê" hat lidarxistin. Di festîvalê de helbestvan û wêjevanên ji tevahî herêmên Sûriyeyê beşdar bûn.

Di roja 3'yemîn a festîvalê de, bi sibehê serdana saziyên Rêveberiya Xweser hat kirin û sîstema wan hat naskirin. Di êvarê de Koma Hunerên Gelêrî ya Reqayê stranên kultûrî û folklorî pêşkêş kirin. Dûre helbestvan Omer El Seran, Izdîhar El Xetîb, Sosin Şêx Bekir, Xêredîn El Mirhî û Mihemed Şeme helbestên xwe xwendin.

Di dawiya festîvalê de beşdarên festîvalê, ji aliyê hevseroketiya Desteya Çandê û Şûnwaran ve hatin xelatkirin û festîval bi şahiyeke hunerî ji aliyê Koma Baqî Xido ya bajarê Kobanê û Koma Navenda Çandê ya Reqayê ve, bi dawî bû.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.