Jîna: bersivek li dijî înkarê!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 24 Gulan 2025 - 00:43

  • Zilan Sarah Kößler ji bo pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Jîna” got; “Çîroka Jîna ne tenê rejîma zordest a li Îranê, lê di heman demê de parçeyek ji têkoşîna nasnameyê ya jinên Kurd ên di dîrokê de ye. Ne tenê zordariyên ku jinekê jiyaye, lê di heman demê de bersivek e li dijî înkara sîstematîk a nasnameyê.”

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Zilan Sarah Kößler, tecrubeya xwe, hişmendiya siyasî û dengê dilê xwe li hev kir û pirtûka xwe ya yekem a ji bo zarokan, “Jîna”, nivîsî. Pirtûka “Jina” ku ji 39 rûpelan pêk tê, bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatiye nivîsîn û ji aliyê weşanxaneya Blue Boat Book ve hatiye weşandin. Cîhana dîtbarî ya pirtûkê jî bi xêzkirinên wênesaz a Fransî Clara Gilod hatiye afirandin. Wergerên pirtûkê yên bi Kurmancî û Farisî jî piştî ku amadekariyên wê temam bibin, dê ji xwendevanan re bên pêşkêşkirin. Me bi Zilan Sarah Kößler, ku ew di heman demê de terapîsta zarok û ciwanan e, di derbarê serpêhatiya wê ya nivîskariyê de axivî.

Ji terapîstiyê ber bi nivîskariyê ve
Zilan Sarah Kößler, dema ku terapîstiya zarokan dikir, derfetek dît ku nêzîkatiya civakê ya li hember zarokan bi kûrahî binirxîne û wiha dest bi eleqeya xwe ya ji bo wêjeya zarokan kir: “Bi demê re min fêm kir ku di civaka me de perwerdeya zarokan gelekî siyasî û polîtîk e. Bi navê ‘parastina zarokan’, hiştina wan di nezanîyê de, li gorî min yek ji nêzîkatiyên herî neheq ên cîhanê ye. Lê belê di mafên zarokan de girîngiya perwerdeyê bi awayekî zelal tê diyarkirin. Ji ber vê yekê, ez bawer im ku ji temenekî biçûk ve hînbûna empatîkirinê ji zarokan re gelekî girîng e. Rêwîtiya min a nivîskariyê jî bi vê baweriyê dest pê kir. Divê ez şablonên kevneşopî yên wêjeya zarokan bişkînim û bi zimanekî li gorî temenê wan rastiyê ji wan re vebêjim.”

Bersivek li dijî înkara nasnameyê!
Navê pirtûkê “Jîna”, ji Jina Amînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi işkenceyê hat kuştin, hatiye wergirtin. Zilan Sarah Kößler diyar kir ku di pirtûkê de ne tenê trajediyek, lê bijardeyekî bi hişmendî û têkoşîna nasnameyê tê vegotin û wiha got: “Navê ‘Jîna’ ne tenê ji kesekî re, lê di heman demê de ji bîra gelekî, berxwedana wî û nasnameya wî re jî tê. Sernavê pirtûkê rasterast behsa Jîna Amînî dike. Çîroka wê ne tenê rejîma zordest a li Îranê, lê di heman demê de parçeyek ji têkoşîna nasnameyê ya jinên Kurd ên di dîrokê de ye. Ne tenê zordariyên ku jinekê jiyaye, lê di heman demê de bersivek e li dijî înkara sîstematîk a nasnameyê. Piştî mirina wê, bi awayekî sîstematîk navê ‘Mahsa’ derxistin pêş. Ev nêzîkatiya kolonyalîst hewl da nasnameya wê ya Kurdî veşêre. Lê belê di hevdîtina min a rasterast bi malbata wê re, min carekê jî navê ‘Mahsa’ nebihîst. Her tim ‘Jîna’ hate gotin. Pirtûka min bersivek e li dijî vê înkara nasnameyê.”

‘Zimanê pirtûkê sade lê bi hêz e’
Zilan Sarah Kößler got ku pirtûk ji bo zarokên 6 salî û jor hatiye nivîsîn û bijartina vê grûba temenî ji ber sedemên pêşveçûnî û pedagojîk e. Wê wiha berdewam kir: “Di vê temenê de zarok dest bi empatîkirinê dikin û hewldana têgihiştina cîhanê zêde dibe. Ji ber vê yekê min zimanekî sade lê ku têkiliyeke hestyarî çêbike, fikirînê teşwîq bike, hilbijart. Zimanê pirtûkê sade lê bi hêz, hêsan lê bi bandor e. Min zimanekî ku zarok dikarin têkiliya hestyarî pê çêkin, bi dubarekirinan tê pejirandin û wan teşwîqî fikirînê dike, hilbijart.”

Bîranîn, hestkirin, berxwedan
Zilan Sarah Kößler diyar kir ku niha li ser pirtûka “Tohumên Hanau”yê dixebite, ku ji bo 9 ciwanên ku di êrîşa nîjadperest a li Hanauyê de hatin kuştin hatiye nivîsîn û derbarê projeyên xwe yên nû de wiha got: “Herwiha bi wênesazekî Fransî re projeyek bi navê ‘Çîroka Evînê’ heye. Di vê pirtûkê de em vegotineke ku naxş û bîrê bi hev re tîne diafirînin. Em dixwazin ji zarokan re ne tenê xwendin, lê bi dîtin, hestkirin û destlêdanê rêyên berxwedan û bîranînê nîşan bidin. Herî dawî, projeyeke min a pirtûka zarokan heye ku têgehên Jinolojî û Jînwarê dide nasîn. Her çendî dewlemendiya wêjeya pirtûkên zarokan li Elmanyayê gelek caran tê pesinandin jî, hîn kêmasiyên mezin hene û ez ê bi qasî ku ji destê min tê binivîsim.”

‘Jîna’ li Berlînê tê danasîn

Danasîna pirtûkê dê di 24ê Gulana 2025an de li Berlînê (Hermanstrasse 89) bi merasîmeke berfireh pêk were. Çalakî dê di saet 15.00an de dest pê bike û bi rûniştinên xwendinê, atolyeyên xebatê û panelekê dewlemend bibe. Ber bi êvarê ve dê bi nîşandana dansa Efxanî veguheze şahiyeke çandî, pişt re bi performansa muzîkê ya mûzîsyenên Îranî Yalda Yazdani, Faravaz Farvardin û hunermenda Kurd a ji Tirkiyeyê Berfin Aktay saet di 22.00an de bi dawî bibe

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.