- Lêkolîneke nû dide zanîn ku zimanê mirovî berî 135,000 salan pêşve çûye. Her çend her ziman xwedî deng û avahiyeke xwe ya taybet e, ev lêkolîna nû destnîşan dike ku zêdetirî 7,000 zimanên ku îro têne axaftin hemû ji yek dara malbata zimanî derketine.
Îro li seranserê cîhanê nêzî 7,000 ziman têne axaftin û ev yek dihêle mirov bipeyivin, çîrokên xwe bibêjin û agahiyan parve bikin. Îfadekirina fikrên me beşeke neçarî ya mirovbûnê ye û lêkolînek nû destnîşan dike ku em ji ya ku me di destpêkê de difikirî gelek dirêjtir ziman bi kar tînin; bi kêmî ve ji 135,000 sal berê.
Her çend her ziman xwedî deng û avahiyeke xwe ya taybet e, lêkolînek nû destnîşan dike ku zêdetirî 7,000 zimanên ku îro têne axaftin hemû ji yek dara malbata zimanî derketine. Tîmeke lêkolînê ya ji Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (MIT), Muzeya Dîroka Xwezayî ya Amerîkî, Beşa Zimannasiyê ya Zanîngeha São Paulo û hevkarên din ên navneteweyî, genetîka mirovên kevnar lêkolîn kirin û eşkere kirin ku şiyana zimanî bi îhtîmaleke mezin berî ku bav û kalên me dest bi koçberiya li çar aliyên cîhanê bikin, di DNAya me de cih girtiye.
Ziman berî belavbûna mirovan hebûye
Miyagawa û tîmê wî, li 15 lêkolînên zanistî yên cuda yên ku hemûyan rêbazên cihê bi kar anîne nihêrîn û dîtin ku hemû jî ber bi heman encamê ve diçin: Mirov nêzî 135,000 sal berê dest bi cudabûna di nav komên cuda de kirine. Ev yek li ser lêkolîna tiştên wekî DNAya me ya tam, kromozomên Y (ku ji bavan derbas dibin) û DNAya mîtokondriyal (ku ji dayikan derbas dibe) bû. Lêkolîner dibêjin, ger ziman piştî vê cudabûnê bihata pêşveçûn, wê demê dibe ku îro hin komên mirovan ziman tune bûna an jî bi awayekî bi tevahî cuda ragihandina xwe bikirana. Lêbelê rewş ne wisa ye - hemû mirov xwedî ziman in, ev yek jî lêkolîneran ber bi wê baweriyê ve dibe ku ziman berî belavbûna mirovan hebûye.
Hemû ziman bi hev re têkildar in
Prof. Shigeru Miyagawa, ku li MITê profesorê zimannasiyê ye û Profesorê Ziman û Çanda Japonî ya Kochi-Manjiro ye, vê rewşê wiha rave dike; " Her nifûsa ku li çar aliyên cîhanê belav bûye xwedî zimanekî mirovî ye û hemû ziman bi hev re têkildar in. Em dikarin bi awayekî pir zelal bibêjin ku cudabûna yekem nêzî 135,000 sal berê qewimiye, ji ber vê yekê şiyana zimanê mirovî divê wê demê an jî berî wê hebûya."
Zimanê mirovî taybet e
Hin zanistvan bawer dikin ku mirov, bi dîtina awayê ragihandina prîmatên din (mîna meymûnan), dibe ku çend milyon sal berê xwedî şiyana bikaranîna ziman bûbin. Lê belê, li gorî Miyagawa, ev ne tenê derbarê dengderxistinê de ye; ew bi şiyana hişî ya ku dihêle em di pergaleke têkildar de peyvan û rêzimanê bi hev re bikin yek da ku em ramanên tevlihev îfade bikin ve girêdayî ye. Ew dibêje ku zimanê mirovî taybet e ji ber ku du beşên wê yên bingehîn hene: peyv, ku navên tiştên wekî "dar" an "bazdan" in, û rêziman an jî rêzikên ku alîkariya me dikin ku peyvan bi awayekî watedar bi hev re bikin. Miyagawa pêşniyar dike ku mirov berî ku dest bi bikaranîna zimanê ji bo ragihandinê bikin, xwedî şiyana hişî ya zimanê bûne. Di destpêkê de, dibe ku ev amûrek ji bo fikirîna taybetî bûya, lê nêzî 135,000 sal berê veguherî ragihandina civakî. Delîlên vê guherînê di arkeolojiyê de, bi tevgerên wekî nîşankirina sembolan li ser şikeftan û goran nêzî 100,000 sal berê, xuya dikin.
Ziman û tevgera mirovên nûjen
Miyagawa dibêje, "Ziman bûye sedema tevgera mirovên nûjen. Bi rengekî, ziman fikirîna mirovî teşwîq kir û alîkarî kir ku tevgerên bi vî rengî bêne afirandin. Ger em rast bin, mirov -bi saya ziman- ji hev fêr dibûn û nûjeniyên ji cureyên ku em 100,000 sal berê dibînin teşwîq dikirin." Miyagawa qebûl dike ku di vî warî de hê gelek tişt hene ku bêne fêrbûn, lê ew van xebatan wekî gavên girîng ji bo têgihiştina ka ziman yekem car çawa derketiye dibîne û wisa dewa dike; "Nêzîkatiya me pir bi bingeha ceribandinî ye, li ser têgihiştina dawîn a genetîkî ya Homo sapiensên destpêkê ye. Ez difikirim ku em li ser rêyeke lêkolînê ya baş in û ez hêvî dikim ku ev yek dê mirovan teşwîq bike ku bêtir li ser zimanê mirovî û pêşveçûna wê binêrin."
Ji bo gotara zanistî ya tevahî ya bi sernavê "Di nifûsa Homo sapiens de 135,000 sal berê şiyana zimanî hebû" vê lînka li jêr bitikînin;
https://www.frontiersin.org/journals/psychology/articles/10.3389/fpsyg.2025.1503900/full
NAVENDA NÛÇEYAN