Li gorî çanda Êzdatiyê her gund û bajarê Êzidî lê dijîn, divê salê carekê qewal û Tawusa Şêx Hadî li wan gundan bigere. Mêhvandarîkirina Qewalan li ser daxwaza serokeşîr û oldaran pêk tê. Ev 11 sal bûn Tawusa Şêx Hadî nehatibû gerandin. Bi Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êriş biribû ser Şengalê, gund û bajarê Şengalê wêran kiribû. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin û revandin. Heta niha gelek kesên hatine revandin aqûbeta wan ne diyarin. Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an cara yekem îsal qewala tawusê Şêx Hadî li Şengalê digerin. Ev nêzî mehekê ye tawusê Şêx Hadî li Şengalê tê gerandin. Qewal û tawusa Şêx Hadî li taxên navenda bajarê Şengalê digerin. Tawusa Şêx Hadî li Taxa Azadî û li Taxa Heynesriyeyê ya Şengalê geriya. Ji heft salî heta heftê salî civaka Êzidî bi kêfxweşî tawusa Şêx Hadî pêşwazî dikin. Bi aramî û ewlebûna Şengalê re civaka Êzidî kevneşopî û çandên xwe yên resen pêk tînin. Gerandina tawusa Şêx Hadî di nava civaka Êzidî de cihê kêfxweşî û şahiyên mezinin. Ev ger li gorî plansaziya xwe wê li hemû tax, gund û komelgehên Şengalê bigerin.
ŞENGAL/ROJNEWS