Rewşa Kurdî gelekî bi êş e

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:20

Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê çalakî û bûyerên ku hatine destpêkirin berdewam dikin. Komele û saziyên li ser pêşxistina zimanê Kurdî dixebitin, wê heta destpêka meha Hezîranê bi wesîleya 15 'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî çalakiyên cuda lidar bixin. Ciwanan li Wanê daxwazên xwe yên têkildarî zimanê Kurdî anîn ziman. Esnafê ciwan Bîrhat Soydan da zanîn ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û got:"Ez jî Kurd im û têm asîmîlekirin û ev min xemgîn dike. Eger ev welat welatekî demokratîk bûya, me dikarîbû bi zimanê xwe perwerde bidîta." Ciwana bi navê Zîlan Bayik li navenda bajêr kincên herêmî difiroşe û destnîşan kir ku ji ber nebûna statuya Kurdî bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û got:"Carna ji zarokan dipirsim bê bi Kurdî çawa ne, lê nikarin bersivê bidin. Divê teqez zarok hînî kurdî bibin. Nebûna Kurdî weke zimanê perwerdeyê rê li ber windahiyên mezin vedike. Em cewhera xwe winda dikin û ev yek bandoreka pir xerab li me dike. Pêwîste astengiyên li pêşiya Kurdî werin rakirin."

Divê astengî bên rakirin 

Samet Orhan jî xwest Kurdî bibe zimanê fermî û diyar kir ku ev daxwaza milyonan e û got:"Em hêdî hêdî zimanê Kurdî winda dikin û ev yek rewşeke gelekî bi êş e. Her kes bi hev re bi Tirkî diaxive. Di vê çarçoveyê de beşeke mezin a mirovên li Wanê bi Tirkî diaxivin. Di encamê de em Kurd winda dikin. Em tenê tiştên ku me ji malbatên xwe bihîstine diaxivin. Çawa ku li her derê Tirkî tê axaftin, divê li her dere Kurdî jî bê axaftin. Ev yek jî ancax bi rewşa fermî û rakirina astengiyan pêkan e."  

Berfîn Karaman jî wiha got:"Her çiqas berê li ser Kurdî zext zêde bûn jî di nav xwe de mirov bi Kurdî diaxivîn. Îro ti zext nîne, lê em tenê dikarin di nava xwe de biaxivin. Em neçar dimînin li nexweşxane û dibistanan bi Tirkî biaxivin. Eger em hewl bidin bi Kurdî biaxivin jî, bersiv ji me re nayê dayîn. Ez dixwazim mîna Kurdekî bijîm.” Îsmaîl Yilmaz wiha got:"Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe fêr bibin. Dema me ewilî dest bi dibistanê kir, bi Tirkî hînî me kirin lê kirin ku em Kurdî ji bîr bikin. Heta niha jî zarok bi Kurdî nizanin. Bi qasî ku ji dest min tê hewl didim bi muwekîlên xwe re bi Kurdî biaxivim. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, em dikarin destketiyên mezin bi dest bixin. Bi taybetî li nexweşxaneyan divê li saziyan Kurdî bê axaftin. Ji ber ku mirov gelekî li ber xwe didin. Divê dibistanên Kurdî, zanîngeh û dibistanên ziman bên vekirin."

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.