Nivîsandin berxwedana min e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 21 Gulan 2025 - 00:43

  • Nivîskar Menaf Osman ê ku 30 salî di girtîgehê de maye da zanîn ku gelek kes bêhtir li ser zorî û zehmetiya nivîsandina di zindanan de disekinin û got: "Di warê pratîkê de ev yek rast e. Lê ya ku di zindanê de hêzê dide mirov jî ev ked û tehba bi xwe ye. Nivîsandin berxwedana min a herî bi wate bû."

ROZA METÎNA / AMED 

Nivîskar Menaf Osman 30 salî û 6 mehan di girtîgehên cuda de dimîne. Wexta hat girtin 28 salî bû û 58 salî ji girtîgehê derket. Menaf Osman ê di 1993'yan de li Êlihê hat binçavkirin û ji Heseka Rojavayê Kurdistanê ye 11 meh û 20 rojî li Navenda Vegerandinê ya Manîsayê hat hiştin. Ji Frensî û Erebî wergerên wî hene, 7 roman û 2 pirtûkên wî yên çîrokan hatine çapkirin; bi tevayî 14 berhemên wî hene. Romana wî ya bi navê Girê Şêran di 2017’an de hatiye qedexekirin. Menaf Osman di heman demê de wêneyan jî xêz dike. 

Nivîskar Menaf Osman têkildarî destpêka çîroka nivîsandina xwe, mijarên berhemên li zindanan, naveroka berhemên xwe, astengiyên li zindanan pê rû bi rû maye û wêjaya li zindanan hatiye afirandin nirxandin kir. Menaf Osman got:"Ha li der ve, ha li zindanê, bêyî wêjeyê ez tu tehmê di jiyanê de nabînim. Ez his dikim ku tenê huner û bi taybetî jî wêje, min dike mirov."

Di zindanê de hînî Kurdî dibe

Menaf Osman di destpêkê de bal bir ser çîroka xwe ya nivîsandinê û wiha got:"Destpêka nivîsê min jî mîna herkesî bi spartekên ku mamosteyên dibistana didan me, dest pê kir. Çi gava ku mamoste ji nava hemû nivîsan a min hildibijart, ew ji suxteyan re dixwend û ji wan dixwest ku ji min re li çepikan bide, hîn bêtir kêfa min ji nivîsandinê re dihat û min spartekên xwe bi kêf û eşq çêdikirin. Pişt re hîna ku ez di dibistana navîn de bûm û bi teşwîqkirina mamosteyekî, min gotarek xwe şand rojnameyeke hefteyê ya ciwanan. Min qet hêvî nedikir, lê gotara min hate weşandin. Ew ji min re bû moralekî mezin û ez bi xwe bawer bûm ku ez dikarim gotar û çîrokan binivisînim. Jê û pê de her hefte min nivîsek şand wê rojnameyê ku gelek ji wan weşandin. Lê hetanî ez hatim girtin jî, nivîsên min bi Erebî bûn, ne bi Kurdî. Di zindanê de min xwe hînî Kurdî kir û jê û pê de bi kurdî nîvisand."

Giraniya xwe da ser çîrokê

Menaf Osman qala cureyên wêjeyê yên nivîsandiye kir û wiha pê de çû:"Çawa ku min li jor da xuyakirin, di destpêkê de min gotar û kurteçîrok nivîsandin. Pişt re min berê xwe da helbestê. Mîna her ciwanî, helbest li  hestiyariyê ciwaniya min dihat. Heta gava ku min di zindanê de dest bi nivîsa Kurdî kir jî, min ji helbestê dest pê kir. Lê pişt re min tê derxist ku rengê herî zor ji wêjeyê helbest e û hêz û zimanê min ê Kurdî têra helbestê nake, min dev ji helbestê berda û giraniya xwe da ser çîrokê. Ji sala 1995’an û vir ve jî min giraniya xwe da ser romanê. Lê hîn jî ez carinan çîrokan dinivîsînim."

Dinyaya xeyalan dinyayeke wêjeyî ye

Menaf Osman diyar kir ku ew tehmê bi saya wêjeyê ji jiyanê digire û wiha got:"Ha li der ve, ha li zindanê, bêyî wêjeyê ez tu tehmê di jiyanê de nabînim. Ez his dikim ku tenê huner û bi taybetî jî wêje, min dike mirov. Lê li zindanê mercên taybet hene ku wêje cihekî hîn fireh digire di jiyana mirov de. Lewre ji xeyalan pê ve, tiştek di destê mirov de tuneye. Dinya xeyalan jî, bi temamî dinyayeke wêjeyî ye. Heta ku tu bixwazî tu dikarî pê de herî. Tu kes tu hêz tu qedexe nikarin pêşîya te bigirin. Heger azadiyeke bêsînor hebe ew jî ev azadî ye û di zindanê de ew ji derve bêhtir heye. Helbet ev yek heye gava ku mirov li tiştekî wisa bigere û wî bixwaze." Menaf Osman bal bir ser nivîsandina li zindanê û wiha dewam kir:"Di zindanê de dikarin her tiştî ji destê te bigirin, lê nikarin xeyal û fikirînê ji destê te bigirin. Nivîsandina wan xeyalan jî pir bêmesref e; pênûsek hebe bes e. Carinan bê pênûs jî mirov dikare binivisîne...lê ew çawa dibe ez wê nabêjim! Lewre dibe ku hîna jî ew rêbaz ji hinek zindaniyên hevalên min re lazim bibe."

Keda li zindanê hêz e 

Menaf Osman qala girîngiya hunera wêjeyê ya li zindanê kir û wiha dewam kir:"Gelek kes bêhtir li ser zorî û zehmetiya nivîsandina di zindanan de disekinin. Di warê pratîkê de ev yek rast e. Mirov pir pê re dibetile hetanî ku nivîsekê derdixîne derve. Tew ku nivîsa te bi kurdî be, ked û tehba tu didî, duqat û sê qat e. Ez li ser van zorî û zehmetiya bisekinim, ez dikarim pirtûkek giran li ser binivisînim. Lê ya ku di zindanê de hêzê dide mirov jî ev ked û tehba bi xwe ye. Bi kêmanî ji bo min wisa bû. Nivîsandina wê dinyaya min a xeyalan, şeklê berxwedana min a herî mezin û bi wate bû. Şeklê berxwedanê yên din, bi pirranî helwesteke siyasî bû li himberî dijminên min û vê yekê tenê ji hêla exlaqî ve hêz dida min. Lê nivîsandina xeyalên wê diya min a hundurîn, avakirina jiyana ku min dixwest bû û vê yekê hemû valahiyên di hundurê min de dadigirt. Heta ez bawer dikim ku tiştê ez zindî hiştin û hetanî vî temenî ez dûrî nexweşiyên bedenî hiştin jî, ev dinya wêje û hunerê bû."

Xewn û xeyalên xwe dinîvisînin

Menaf Osman bal bir ser mijarên nivîskarên li zindanan û wiha dewam kir:"Nivîskarên di zindanan de, bi pirranî li ser mijarên ku ew li ser hatine girtin dinîvisînin. Berxwedana xwe, evîna xwe, jiyana xwe, xewn û xeyalên xwe, kul û derdên gelê xwe dinîvisînin. Kêmaniya xwe di ku de dibînim, di wê xalê de dinîvisînin û hewl didin wan xalên kêm di xwe de bizivirînin hêzê ku bikaribin hebûna xwe biparêzin. Lê ji ber ku hemû di heman şert û mercan de dijîn, gelek caran heman mijaran digirin dest, ku ev jî dihêle ku berhemên wan pir bişibin hev û ev jî dezawantajeke bi rastî."

Qedexe li ser ziman hebû 

Menaf Osman astengiyên li zindanê anî ziman û wiha dewam kir:"Astengiyên li pêşiya nivîskaran derdikevin di zindanê de, bi qasî ku nayêne jimartin  pir in. Piraniya wan astengiyan jî, ji ber qedexe û zext û fişar û tehdêdên rêveberan in. Bi pirranî jî zext û qedexeyên li ser zimanê kurdî. Zor û zehmetiya nivîsê, parastina wê, şandina wê û gelek xalên bi vê ve girêdayî. Car hebûn ku ez mecbûr dimam heman nivîsê çar-pênc caran binivîsînim. Carinan ez mecbûr diman heman nivîsê du-sê caran bişînim derve, ku her şandinek bi serê xwe, zehmetiyekê nayê gotin bû. Lewre gelek ji însanên me yên li derve bêxeber in ji wan zehmetiyan û tu jî ji hundur ve nikarî ji wan re bi eşkereyî bibêjî, lewre her tişt di bin çavdêriyê de ye û gava ku deşîfre dibe, bi neyînî li te vedigere."

Kirdeyek têkoşîna sîyasî bûn

Menaf Osman di heman demê de qala zehmetiyên li zindanê jî kir û wiha got:"Helbet zor û zehmetiyên me yên hundurîn jî hebûn. Lewre têkoşîna li welat ku em perçeyek jê bûn herdem zindî û germ bû û ji ber vê yekê jî rewş û peywirên siyasî herdem li pêş bûn. Vê yekê jî zehmetiyek mezin derdixist holê. Lewre em kirdeyek têkoşîna sîyasî bûn. Nêrîna sîyasî jî rojane ye, maddî ye û rê nade kûrbûna wêjeyî. Derbaskirina vê zor û zehmetiyê ji min re girantir dihat ji zehmetiyên ku dijmin ji me re derdixistin." 

Nivîsên wî dîrokek takekesî ye 

Menaf Osman bal bir ser naveroka berhemên xwe û wiha bi dawî kir: "Di nava sîh û du salên derbasbûyî de min gelek roman û çîrok nîvisandin. Mijarên min bi pirranî têkoşîna rizgariya netewî û bandorên wê yên civatî û veguherîna civatî ya ku wê bi xwe re aniye. Helbet min giranî dida ser taybetiya mijarê û bi pirranî jî rewşên têkoşînê yên ku bandoreke zêde li ser min kiribûn dikir. Di vî warî de ez dikarim hemû nivîsên xwe weke dîrokeke xwe yî takekesî jî binirxînim. Dîroka guherîn û veguherîna nêrîna min a li jiyan û têkoşînê. Bi kêmanî ez wisa lê dinêrim. Loma tu bala xwe dideyê ku lehengên min carinan kamil û bêqusûr in, carinan mîna herkesî xwedî lewazî ne. Carinan qenciyê temsîl dikin, carinan xerabîyê û carinan jî herdûyan bi hev re temsîl dikin. Carinan mirovan ji rêzê ne ku jiyana heyî temsîl dikin û carinan jî xwedî xeyalan kûr in ku paşerojeke dûr temsîl dikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.