Tevî biryarî jî sewqî ATK’ê nakin

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 02:45

Siddik Guler ê 85 salî li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê ragirtin û yek ji girtiyên nexweş e. Guler ku nexweşiyên wî giran in, tevî biryara Serdozgeriyê ya Komarê ya Îskenderûnê jî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) nayê kirin. Dozger, ji bo Guler ê nexweşiyên wî yên weke alzheimer, dil, hîpertansiyon, romatîzma û hwd. hene sewqî ATK’ê were kirin, di 21’ê Gulanê de ji girtîgehê re nivîsek nivîsand. Dozger, xwest ku Guler bêyî astengiyek çêbibe divê di nava 3 rojan de sewqî ATK’ê were kirin. Rêveberiya girtîgehê jî ji bo Guler bibin ATK’ê agahî ji cendirmeyan re şand. Lêbelê tevî bi ser re 25 roj derbas bûne jî Guler sewqî ATK’ê nehate kirin. Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan mijar xist rojeva Meclisê. Di pêşnûmepirsa bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bibersivînê de hate gotin ku mafên jiyanê û tenduristiyê yên Guler hatine binpêkirin û hate gotin ku sepanên li dijî Guler “bi qesdî” ne.  

Her wiha sedema nesewqkirina Guler a li nexweşxaneyê hate kirin û ji Yerlîkaya hate pirsîn ka haya wî ji rewşê heye yan na. Herî dawî jî pirsa “Gelo derheqê cendirmeyên Guler sewq nekirin de lêpirsînek hatiye destpêkirin an na?” hate kirin. 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.