Nifşê ciwan fêrî Ermenkî dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 16 Hezîran 2025 - 00:56

CAN ILÊWÎ / ANHA / HESEKÊ 

Di meha Çileyê ya vê salê de Meclisa Civakî ya Ermenan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi armanca ku dîsa Ermenan bîne ba hev, wan bi rêxistin bike û ziman û çanda wan biparêze, deriyên xwe vekirin.

Ji dema ku hatiye vekirin gelek ciwan ku dixwazin fêrî zimanê ermenî bibin hatin meclisê. Lê tişta ku bû cihê kêfxweşiya wan ew bû ku ku mamoste Subhiya Osman piştî bi dehan salan dîsa vegeriya qada mamostetiyê.

Di nav Ermen û Suryanan de mezin bû 

Subhiya Osman di sala 1950’an de ji dayik bûye û li bajarê Dirbêsiyê li taxeke ku Ermen û Suryan lê dijîn, mezin bûye. Tevî ku bavê wê kurd û diya wê ereb e jî, wê ji biçûkatiya xwe ve ji zimanê Ermenî hez kir. Bavê wê ew şande dibistana Kelikîan Vajaran a Ermenî ya li bajêr û li wir dibistana seretayî qedandiye. Piştî xwendina xwe li heman dibistanê dest bi mamostetiya zimanê ermenî kir, çar salan berdewam kir û hezkirina xwe ya ji ziman û çandê bi xwendekarên xwe re parvekir.

Koçberî û hêviya vegerê 

Lê kêfxweşiya Subhiyayê pir dirêj nekir. Di salên 1970`an de, desthilatdarên Sûriyeyê dest bi zextê li Ermeniyan kirin ku vegerin Ermenistanê. Subhiye ew kêliya xemgîn dît, çwa ku piraniya ermeniyan bi girseyî ji bajar derketin, dibistan hate girtin û dêra ermeniya bi tenê ma.

Subhiya pişt re zewicî, ​​şeş kur û keçek wê çêbûn û nêzî 18 salan li bajarê Reqayê bi cî bû. Di sala 1992’an de dema ku tevî malbata xwe vedigeriya bajarê Dirbêsiyê, di bûyereke trafîkê ya trajîk de hevjînê wê û sê zarokên wê jiyana xwe ji dest da. Yên din bi birînên ku hê jî şûna wan diyar e sax man.

Di rewşeke xizan de ew kesên ji malbatê mane sax vegeriyan Dirbêsiyê. Bi alîkariya hevkarekî xwe yê bi navê Silêman Seyda, wê erda ku dibistana ermenî li ser hatibû avakirin, kirî û ew veguherand yekemîn geraca veguhestina giştî ya Dirbêsiyê ku berê geraca bajêr li hewşeke biçûk bû.

Piştî 50 salan li xwe vedigere

Di destpêka sala 2025’an de dema ku Meclisa Civakî ya Ermenî deriyên xwe ji nû ve vekir, berî her kesî li Subhiyayê geriyan. Wan ew dît û ew vegerand cihê wê yê xwezayî. Ew vegerandin ser fêrkirinê, pêşberî 16 şagirdên ji temenên cuda yên ku wan hînî zimanê ermenî dike, wekî ku sal li şûna xwe mane û derbas nebûne. Subhiya bi rûkenî û bêrîkirin dibêje: "Ez vegeriyam pîşeya xwe ya resen û ez vegeriyam xwe.”

Subhiyayê diyar kir ku ew bi bajarê xwe serbilind e ku Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re lê dijîn, her kes wek yek malbatê, bêyî nakokî dijî û ew bajar nimûneya jiyana hevbeş e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.