- Nivîskar A.Hamît Babat ê 30 salî di girtîgehê de maye, da zanîn ji bo nivîsandinê her tim li berxwe dane û got:"Di nava şert û mercên girtîgehê de çavkaniyên bi zimanê dayikê ji bo mirov re dibin aso. Bi saya azadiya welat û çavkaniyên kurdî niha ez van hevokan li dû hev rêz dikim."
ROZA METÎNA / AMED
Nivîskar A.Hamît Babat ê 30 salî di girtîgehê ma şûnde hat berdan piştî wê jî têkoşîna xwe ya di qada wêjeyê de dewam kir. A. Hamît Babat di berhemên xwe de bal biriye ser êş, azar, kul û derdên bûne para jinê. A. Hamît Babat dîsa di berhemeke xwe de xwestiye di şexsê lehenga Zînê de êş û elemên jinên li welatê xwe bîne ziman û di şexşê Misto de jî serdestî, konetî û pêkûtiya mêr a li ser jinê bîne ziman.
A.Hamît Babat ê piştî derket şûnde têkoşîna xwe ya wêjeyê dewam kir û dest ji pênûsa xwe berneda têkildarî çîroka xwe ya nivîsandina li zindanê, şert û mercên li wir, têkoşîna girtiyên azadiyê û pênaseya wêjeyê nirxandin kir.
A.Hamît Babat di destpêkê de qala ziman û wêjeyê kir û got:"Bi ya min wêje bingeha zimanekî neteweyî ye. Lewre ziman bi wêjeyê dibe ziman. Civak û netewe bi saya wêjeyê hebûna xwe didomînin. Heke zimanê neteweyekê tunebe wêjeya wê jî tune dibe. Wêje û ziman weke goşt û neynûkê ne."
Azadiya welêt jê re bû çavkanî
A.Hamît Babat da zanîn zimanê dayikê jê re bûye sedema nivîsandina wî û wiha got:"Di nava şert û mercên girtîgehê de tew îcar mirov di girtîgehên Tîpên F’yê de bin çavkaniyên bi zimanê dayikê ji bo mirov re dibin aso. Azadiya welat û çavkaniyên bi zimanê dayikê hatine nivîsandin bû sedema nivîsandina min. Bi saya azadiya welat û çavkaniyên kurdî niha ez van hevokan li dû hev rêz dikim."
Piştî girtinê keçek wî çêdibe
A.Hamît Babat bi lêv kir ku hatiye girtin şûnde keçeke wî çêbûye û nedîtiye keça wî çawa mezin bûye û wiha pê de çû:"Ez di sala 1993’yan de li ser îxbara du îtirafkaran hatim girtin. Mehekê di bin çavan de mam. Her cureyên îşkenceyê li min kirin. Beriya bême girtin du sê mehan zewicîm. Piştî girtina min heft meh şûnde keçek min çêbû. Niha dayika çar zarokan e. Çawa mezin bû, çawa zewicî, çawa bû dayik, çi zor û zehmetî kişand min yek jî nedît. Ger têkevim nava vê mijarê nikarim jê derkevim. Loma dirêj nakim."
Kar bi plan û bername ye
A.Hamît Babat bal bir ser pergala li girtîgehan û wiha dewam kir:"Jixwe gava mirov dikeve girtîgehê mirov li hemberî pergala ku hatiye rûniştandin matmayî dimîne. Şokê derbas dike. Lê têkoşîna girtiyên azadiyê ya li dij vê pergalê jî dewam e. Jiyanek komînal û bi pergal heye li wir. Ev pergal jî ya girtiyên siyasî ye. Hemû kar û xebat jiyana rojane bi plan û bername ye. Ev jiyan bi çi awayî û di bin kîja pêkûtî, şert û mercî de hatiye rûniştandin tê zanîn. Ji ber hindê ez ê nekevim nava çîroka vê mijarê. Bi xwîna Mazlûm, Xeyrî, Kemal û zarokên agir û rojê çalakiya çaran hatiye afirandin. Bi vê munasebetê, bi minetdarî ez wan hevalan bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Ji ber ku afrînerên jiyana azad û bi rûmet in."
Serpêhatiya nivîsandinê
A.Hamît Babat ê qala çîroka nivîsandina xwe kir wiha dewam kir:"Îcar ez werim ser çîroka nivîsandina xwe. Jiyana girtîgehê her tim û kêliyên wê bi plan û bi bername kiriye. Gava nû ketim girtîgehê piştî demeke kurt nivîsandina kurtegotaran bi awayekî mecbûrî bû. Armanc ew e ku di warê nivîsandinê pêşketin çêbiba. Fikir û raman bi pergal bibe û asoya mirov vebe. An tu babetê diyar dikî yan jî hevalên ku di vê mijarê de erkdar in babetê diyar dikin. Gelek hevalên ku nû dihatin girtîgehê xwendin û nivîsandina wan tune bû. Ji bo wan hevalek dihat diyarkirin da ku wan hevalan hînî xwendin û nivîsandinê bikin. Dikarim bibêjim ku bi deman hevalên ku xwendin û nivîsandina wan tune bûn hîn bûn. Niha ji wan hevalana gelekan du sê pirtûk nivîsandine. Xwendin û nivîsandina min a bi tirkî hebû. Min bi kurdî jî dizanîbû, baş diaxivîm. Lê belê bi zimanê dayikê min nizanîbû bixwendaya û binivîsanda. Baş tê bîra min. Gava min çavkaniyên bi zimanê dayikê dixwendin bêhna min diçikiya. Saetekê encax min karibû du sê rêzik binivîsandaya. Lê min israr kir. Bêtir min çavkaniyên bi zimanê dayikê bi dengê bilind dixwend."
Mirov dîl e lê raman azad e
A.Hamît Babat da zanîn wexta xwesteka mirovan hebe tiştek nikare ji wan re bibe asteng û wiha dewam kir:"Heke mirov xwe bi plan û bername bike xwesteka mirov hebe şert û merc zêde nabin asteng. Erê mirov dîl e û di nava çar dîwarên cemidî û bêyom de ye. Di bin venirêrîna neyar de ye. Bi awayekî perîyodîk dihatin bi ser qawişan de digirtin û destnivîsên me dibirin. Bê guma me jî tedbîra xwe digirt. Tenê bila xwestek û israra mirov hebe. Wê demê tiştek nikare bibe asteng. Rast e mirov dîl e lê fikir û raman azad e. Gava nû çûm girtîgehê min kurtegotar bi zimanê tirkî dinivîsand. Jixwe nivîsandin mecbûrî bû. Armanc ew e ku fikra mirov bi pergal bibe asoyê tevgerê. Piştî baş fêrî xwendin û nivîsandina zimanê zikmakî bûm min çîrok û helbest nivîsandin. Paşê min roman nivîsand."
Nivîsandina bi dizîka
A.Hamît Babat diyar kir ku piştî salên 2000’î li girtîgehê êdî li ser huner û wêjeyê xwestek û eleqe zêde bû û wiha got:"Ya rastî di salên min ên di zindanê de hema bêje hetanî salên 2000’î zêde eleqe û xwestek li ser wêjeyê tune bû. Bêtir eleqe li ser mijarên birdozî bû. Bêguman hevalên ku di mijara wêjeyê de xwestek û eleqeya wan meyla wan li ser wêjeyê hebûn jî gelek bûn. Lê zêde xwe eşkere nedikirin. Mînakekê bidim, hevalên ku meyla wan li ser wêjeyê hebûn helbest û çîrok dinivîsandin lê bi awayekî eşkere na, bi dizî dinivîsandin. Lewre di wan salan de yên ku li ser vê mijarê eleqe û xwesteke wan hebû bi çavekî reformîst lê dihat nihêrtin. Ev ne rast e û kêmasî ye. Piştî salên 2000’î êdî li ser huner û wêjeyê xwestek û eleqe zêde bû. Di van mijaran de plan û bername hatin vesazkirin. Heval û komisyon hatin diyarkirin. Dikarim bêjim ku zindan ji bo nivîsandinê di warê demê de ji bo kûrbûn û siftbûnê behrek e. Bila şaş neyê fêmkirin ez girtîgehê erênî nakim di encamê de mirov dîl e. Ne azad e. Di hêla dem û berheman de dibêjim. Tenê bila xwestek û motîvbekirin hebe ! "
Li dij zextan li nivîsê sor bûn
A.Hamît Babat bi lêv kir ku li dij zextan wan dev ji têkoşîna nivîsê bernedane û wiha got:"Rast e zindan qadeke di bin venihêrîna neyar de ye. Di warê çavkaniyan de di hêla nêzîkatî û pêkûtiyên neyar de astengî hebû/heye. Wekî mînak, gelek caran nivîs û dosyayên ku heval amade dikin di lêgerînan de dihatin desterserkirin. Car hebûn berhemên ku mirov dinivîsand sê çar caran dihatin nivîsandin. Tew van salên dawiyê ango piştî darbeya 2016’an pêkûtiyên li ser zindanan pir zêde bûn. Bi taybetî jî di warê desteserkirina nivîsan de. Hema bêje her hefte heta gelek caran di nava hefteyê de sê çar caran bi ser qawişan de digirtin û lêgerîn dikirin. Hemû nivîsên me wiha dibirin. Armanca wan ew e ku konsantrasyon û siftbûyina heyî ji holê rakin. Jixwe ev kiryarên wan mîna konseptekê dixistin meriyetê. Sedem ew e ku behremendî û afirîneriya hevalan bikuje. Lewre ew jî di ferqa vê behremendiyê de ne. Lewre jî di vî aliyî de çi ji destên wan dihat, dikirin. Wek min di herka nivîsê de jî got, her ku tundî û zext zêde dibûn hevalên me hîn bêhtir li nivîsê sor dibûn. Em li dij zextan li nivîsê sor bûn."
Berhem dertên lê eleqe tune ye
A.Hamît Babat bi lêv kir ku gelek berhemên hêja ji girtîgehan derdikevin û got: "Berhemên bêhempa bi kedeke hêja ji girtîgehan derketiye. Lê mixabin eleqe û alîkarî ne li gor vê yekê ye. Li hemberî vê kedê bêmicidîyek heye. Nêzîkatiyek negatif heye. Divê ev ji holê rabe. Di vî warî de gelek rexne, gilî û gazincên nivîskarên di girtîgehan de hene. Ev jî derûniyeke wiha bi nivîskarên li zindanê dide avakirin; Çiqas binivîsim jî eleqeyek tune ye."