Şaredariya Tûşbayê û Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), li avahiyên dîrokî yên Wanê ya taxa Kalecîkê çalakiya “Çîrokên Muzîkal” li dar xist in. Çirokbêj Ayhan Erkmen, dengbêj Hediye Kalkan û Ehmedê Xî beşdarî bernameyê bûn. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredar û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.
Bernameya “Çîrokên Muzîkal” ku ji aliyê Erkmen ve hatiye amadekirin û sehnekirin, ji aliyê temaşevanan ve gelekî hat ecibandin. Dema ku Erkmen çîrokên ku berhev kiribûn digot, dengbej Hediye Kalkan û Ehmedê Xi bi kilamên xwe pê re bûn. Piştî bernameyê Rêveberê KURDÎGEHê Mehdî Gerçeklî spasiya beşdarvanan kir û bal kişand ser têkoşîna ji bo zimanê dayikê tê dayîn.
Dûre Hevşaredara Tûşbayê Xanê Akkoş jî diyar kir ku ji niha û şûnde ew ê pirtir girîngiyê bidin çalakiyên çand, huner û zimanî. Piştre hevşaredarên Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji bo tevlibûnê spasiya beşdarvanan kirin û dan zanîn ku dê bernameyên bi vî rengî bidomin.
Hevşaredaran kulîlk diyarî hunermendan kirin û şev bi gerandina govendê bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN