Li Wargeha Mexmûrê 2’emîn Dewreya Perwerdeya Hunerê ya bi navê Dewreya Şehîd Devrim ya Akademiya Şehîd Serhed hat destpêkirin.
Dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Devrim a di Akademiya şehîd Serhed de ku sala borî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû vekirin, îsal jî bi heman awayî dewreya duyemîn bi daxuyaniyekê da destpêkirin.
Beriya ku daxuyanî were xwendin, ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Rêvebera Akademîya Şehîd Serhed Zenûra Babat ve hat xwendin. Zenûra Babat di serî de Pêgava 1’ê Hezîranê li Mîmarê Azadiyê Rêber Apo, Şehîdên Şoreşê û hemû gelê xwe pîroz kir.
Babat diyar kir ku ji bo xwedî derketina li Rêber Apo ewê wek gelê Kurd ji her demê bêhtir bixebitin û têkoşin û got: “Rêber Apo hebûn û ronahiya jiyana me ye. Wek gelê Kurd emê xwe bi fikirê Rêber Apo xwe bigihînin serkeftinê. Silsileya ku ji 1’ê Hezîranê heta pêngava demokrasî û aştiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin, dide xuyakirin ku divê em di her alî de xwe pêş bixin û jêre pêşengtî bikin.”
‘Jiyana bê huner û wate ne xweşik e’
Zenûra Babat wiha domand: “Gelê me yê hêja huner nasnameya civakane, huner hest û xweşiktiya xwezayê ye û yekitiya nirxên heyberî û rewanî ye. Jiyanek bê huner nikare bi wate bibe, jiyanek bê wate nikare xweşik bibe. Huner êş û kêfxweşiyên civakê tînin ser ziman. Huner ew kesên ku van hestên civaka xwe dijîn û dide jiyankirine. Hûner carnan di xêzikek ya wêne de, carnan di melodiyekê de, carnan di wêneyê teşiya di destê dayîkekê de zindî dibeye. Yê ku vê hestê bilind dike akademîk bûye. Em Çand û Hunera Mexmûrê 2’emîn sala xebatê ya di warê pisporî de didin meşandin. Bi vê boneyê sala borî di 1’ê Heszîranê de bi beşdarbûna 50 kesan me li Akademiya Şehîd Serhed de dewreyek bi navê Dewreya Şehîd Devrîn da vekirin. Emê îsal jî bi beşên saz, gîtar, erebane, şano û wêne dest bi sala xwe ya duyemîn bikin. Em vê xebata xwe diyarî hemû şehîdên şoreşê, azadiya Rêber Apo û pêngava aştî û demokrasiyê dikin.” Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.
ROJNEWS/MEXMÛR