Bi awayek cuda çanda Kurdî diparêze

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 10 Hezîran 2025 - 00:19

Jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi hêz û şiyana xwe hatine nav qada xebatê û bûne xwediyê aboriya serbixwe ya xwe. Her wiha çand û resentiya Kurdî parastiye û wek hemû warên jiyanê li wî warî jî roleke bandor dîtine. Di wê çarçoveyê de jî, jineke terzî û dîzaynerê cilûbergên Kurdî ya bi navê Çiro Umer ev 10 salin terzîxaneyek vekiriye. Çiro Umer xelkê navçeya Ranyayê ye. Çiro kar li ser nûkirina cilûbergên çandî û folklorik dike û divê derbarê de wiha got:“Komelek şêwazên kevin yên cilûbergên Kurdî me nû kirine ku di kevin de hebûn. Wek kiras, fîstan û êlek ku bi hev re tên berkirin ji bo xweparastina ji sermayê. Kiras ji qumaşê stûr dihatin çêkirin. Lê ez niha bi qumaşên cuda û tenik çêdikim ku ji aliyê jinên ciwan ve daxwazeke mezin li ser heye. Berê ew pêlav ku dapîr û dayikên me bikar dianîn hebûn. Lê me ew jî nûkirine û ev yek jî dibe nûkirina cilûbergên kevin yên Kurdî yên çandî. Ji bilî kiras û pêlavan, gelek kulav û çanteyên çêkirî yên xwe hene. Ev çanteyane bi heman şêwe ji bo ser cilên Kurdî tiştek gelek xweş, nazik û kubarin.” Xweşikirin û dizaynkirina cilûbergên çandî yên gelêrî beşeke girîng ya karê Çiro ne. Bo nimûne aksesuwaran bi mercanên kevin çêdike û dibêje:“Ji demê berê ve ev mercane hene, me niha ew kirine stuvank, tiştên weke bazin û guhar.” Çiro Umer yekem bawernameya terzîtiya cilûbergên gelêrî yên Kurdî di sala 2008’an de wergirtiye û heta niha çendîn bawernameyên cuda di warê terzîtiya cilûbergên Kurdî û dizayna cilûbergên Kurdî de wergirtiye. Wek ku ew bi xwe dibêje:“Min çendîn dewre ji bo jinên Ranyayê vekirine, her wiha min derfeta kar ji bo çend jinan jî ava kiriye. Ez bang li jinan dikim ku di warên cuda de kar bikin û hûn bixwe bibin xwediyê karê xwe.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.