Xêz û çîrokên çiyayî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 16 Hezîran 2025 - 00:53

  • Zeyneb Hîlâlî hunerê weke qadeke berxwedanê dibîne û rola hunerê ya ku bibîrtîne jî nîşanî me dide. Wê bi wêneyên xwe nexasim jî nihêrîna civakê ya li jinên li gundewaran dijîn, guherand. Wê çiya weke hêlîna çandî û ruhî dît û bawer kir ku çîrokên çiyayan hêjayî vegotinê ne.

ÎXLAS HAMRÛNÎ / NÛJINHA / TÛNIS

Li lûtkeyên çiyayên Semame yên girêdayî bajarê Qesrînê, li herêmeke ku xweza hem bi rengê xwe yê efsûnî hem jî bi hişkahiya xwe ya veşarî mirov hembêz dike, hunermendek ku ji malzemeyên ji rêzê, cîhaneke xweş û bi huner afirand hat cîhanê. Wênesaz Zeyneb Hîlalî, bi pey nav û eleqeyê neket; firçeya xwe ji bo êşên jinên li çiyayan dijîn, barê destên westiyayî, kenê ku her sibeh di navbera bayê û giyayan de xwe dide der vebêje, bi kar anî.

Zeyneb Hîlalî, perwerdeya hunerên bedew negirtibû, xwedî formasyoneke akademîk nebû, lê ji zarokatiya xwe ve ji wêneyan pir hez dikir. Bi xêzên ku bi pênûsa darîn çêdikir, xeyalên xwe li ser kaxiz xêz dikir. Ji xwezayê xêzan, ji reng û bêdengiya dar û beran jî îlham digirt. Tevî ku di temenê biçûk de dest ji dibistanê berda jî; ji hezkirina xwe ya xêzkirina wêneyan dûr neket. Bi tena serê xwe şopand, fikirî û çi dît hewl da ku jê tiştek hîn bibe.

‘Ruhê veşartî yên wêneyan jî vedibêjim’

Xebatên Zeynebê weke awêneya jiyana rojane ya jinên li gundewaran dijîn e. Li ser vê yekê wiha dibêje: “Herêma gundewar di navenda vîzyona min a hunerî de ye. Çiya, di tabloyên min de tenê plana paşîn nîne, rasterast hevpar e. Ji rengên geş ên li ser wêneyan, heta hûrgiliyên cilên kevneşopî yên jinan, di her mijarê de berhemên min jiyana jinên li gundewaran nîşan didin. Ez tenê wêneyê çiyayan xêz nakim, ruhê di nava çiya de dijî û serpêhatiyên ku bi hevokan nayên vegotin jî xêz dikim.”

Afirînerî û pîroziya jinê 

Tabloyên Zeyneb Hîlalî lukseke hunerî nînin, dengê jinan ê di nava bêdengiya xwezayê de bilind dibe ne jî. Wêneyên jinên gundewaran, ên dema ku êzingan bar dikin, xwarinê çêdikin, stranan dibêjin û cilên bi rengên geş li xwe dikin, xêz dike. Ew reng li dijî jiyana bi rengê gewr, weke şermezarkirinê ye. Zeyneb li ser berhemên xwe dibêje ku jinên li çiyayan dijîn ne li quncikek in, ew navenda jiyanê bi xwe ne û wiha didomîne: “Ên çandiniyê dikin, zarokan xwedî dikin, li ser welat stranan dibêjin ew in. Ên li dijî serma û xizaniyê li ber xwe didin jî ew in. Di mercên herî zor de jî ji bo wan xweşikbûnek ku divê were pîrozkirin û afrîneriyeke ku divê were bihîstin heye.”

Jiyana dijwar a jinên çiyayî xêz dike

Rêwîtiya hunerê ya Zeyneb Hîlalî bi perwerdeya xwe bi xwe teşe girtiye loma îlhamê dide. Ji herêma çiyayî ya li derdora xwe îlham girtiye, tabloyên ku jiyana dijwar a jinên li herêmên çiyayî vedibêjin çêkir, lê ev rê bi gulan xemilandî nebû. Weke jinên li gundewaran, gelek zoriyan dît. Bi pênûs û boyaxên ku ji dema dibistanê mabûn dest bi xêzkirina wêneyan kir. Di nav tenêtiyê de cîhana xwe afirand. Dema ku biryar da beşdarî pêşangehek li Monastirê bibe, hêvî dikir ku tenê bi tebeşîr û kaxizek were pejirandin. Tevî hemû zoriyan xebitî, berhemên xwe bi postayê şand û di navbera hunermendên ku bi hewldana xwe li ser piyan mane de cihê xwe girt. Di pêşangehê de hînî teknîkên nû bû, hunermendên cuda nas kir û nêrîna xwe berfireh kir.

Batirsok û bêhna demên bihurî 

Ji vê demê û pê ve, rêwîtiya Zeyneb Hîlalî ber bi asoyên nû ve çû. Navenda Hunerên Destan û Hunerê ya li Semameyê xwedî li hunera wê derket û derfetên nû jê re pêşkêş kir. Ji vê hevkariyê projeyek bi navê “Batirsok û çîrok” çêbû. Di vê projeyê de Zeynebê batirsokên ku mezinan kal û pîran ji bo çûkan ji zeviyan dûr bixin çêdikirin ji nû ve zindî dike. Van batirsokan êdî veguherand sembolên hunerî yên ji pot û plastîkên avêtî tên çêkirin. Her yek ji wan serpêhatiyên dapîran û bêhna demên buhirî bi xwe re tîne.

‘Huner tenê milkê bajariyan nîne’

Zeyneb Hîlalî, difikire ku huner tenê aydê kesên li bajaran xwedî dîploma ne nîne. Li gorî wê huner, mafê hemû kesên ku xwedî vîzyon û azwerî ne. Zeyneb dibêje: “Jinên gundewaran jî dikarin berhemên hunerî yên xwe çêkin. Dikarin ji giyayan, li ser xaliyan, li ser dîwaran û bi wêneyan hunerê çêkin.” Jixwe dema mirov dinhêre dibîne ku berhemên wê bi xwe, bi kulîlk, giya û rengan behsa vê jiyanê dikin. Li ser vê yekê wiha dibêje: “Karê ku jinên li gundewaran bi axê dikin jî tenê karên kevneşopî yên destan nînin, her yek ji wan çalakiyeke xwerû ya hunerî ye. Tenê pêdivî bi kesên ku van berheman bi çavên hunerî bibînin heye.”

Zeyneb bi zarokan re tevlî projeyên cuda bû. Wan hînî çêkirina pêlîstokên ji belgan, hirî û malzemeyên bi wî rengî dike. Bi wê yekê nîşanî zarokan da çawa dikarin bi tiştên di dest xwe de berhemên hunerî çêkin. Li gorî Zeynebê ev proje cehwera veguherîna civakê ye lewre tenê zanîna xwe hîn nake, di heman demê de nifşeke afrîner ê nû ava dike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.