Komeleya Wêjekarên Kurd 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî lidarxistin, Herdem Kirtay û Haci Ozkal bûn hevserokên komeleyê.
Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê xebatên xwe bi rê ve dibe, kongreya xwe ya asayî ya 3yemîn bi dirûşma “Wêje pira azadî û demokrasiyê ye” li dar xist. Kongre li hewşa avahiya komeleyê ya li navçeya Peyasê pêk hat. Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan, Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Sîncar û Cengîz Dundar û gelek nivîskar beşdarî kongreyê bûn. Li cihê kongreyê pankarta “Wêje pira azadiyê û demokrasiyê ye” û alên bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî hatin daliqandin.
Kongre bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dest pê kir. Hilbijartina dîwanê pêk hat.
Piştî dîwan hat bijartin, endamê dîwanê Remzî Azîzoglû axivî. Azîzoglû anî ziman ku wêje ji bo hemû civakan gelek girîng e û lê ji ber gelek sedeman hê jî wêjeya Kurdî baş rûneştiye û sedema bingehîn polîtîkaya bişaftinê ye. Azîzoglû da zanîn ku ji ber polîtîkayên bişaftinê ji ziman, wêje û çanda xwe dûr ketine û got ku serdest bi ziman û çanda Kurdan lîstine.
MA/AMED