Rêxistina Dergûşa Zarokên Kurdistanê bi armanca 12’yê Hezîranê yanî Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê festîvaleke stran û mûzîkê lidar xist. Di festîvalê de Koma Dibistana Diyarberkir 18 berhemên hunerî pêşkeş kir.
Duh êvarê li Şarî Yarî yê li nav Parka Azadî ya bajarê Silêmaniyê, bi pêşengtiya Rêxistina Dergûşa Zarokan a Kurdistanê, bi beşdariya hunermend û helbestvanên di warê zarokan de dixebitin, festîvalek a mûzîk û stranan hat lidarxistin.
Serokê Hunerî yê Rêxistina Dergûşa Zarokên Kurdistanê Hawrê Reşîd got: “Her sal Rêxistina Dergûşa Zarokên Kurdistanê bi boneya Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê çalakiyan li dar dixe. Di vê çalakiyê de 18 stran dê werin pêşkêşkirin, naveroka stranên ji bo evîna welat, jîngeh û perwerdeyê, dê ji aliyê Koma Dibistana Diyarbekirê ve werin pêşkeşkirin.”
Her wiha yek ji zaroka beşdar ya binavê Şaner jî têkidarî festîvalê hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Ez gelek keyfxweşim ku li virim. Çalakiyên wiha ji bo me zarokan pir xweşin û me pir keyfxweş dikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ