CEMÎL OĞUZ / DIYARNAME / STENBOL
Careke din Documentarist gelek belgefîlman ji welatên cuda yên dinyayê tîne pêşberî me. Îsal cara 18'an li dar e. 18'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist wê di navbera 14-19'ê mehê de deriyên wê vekirî be. Documentarist ku niha dest pê kir ji gelek welatan belgefîlman pêşkêş dike. Di nav de hin ên bi kurdî jî hene.
Belgefîlmên Alanis Obomsawin
Koma Documentaristê di bin rêberiya Emel Çelebî û Necati Sonmez de ev 18 sal in her sal li dar dikeve. Heta niha wan bi hezaran belgefîlm anîn nîşanî belgefîlm hezan kirin û niha carek din wan guldesteyek ji wan belgefilmên xweşik anîne.
Documentarist ku her sal kesek dike mêvan û belgefîlmên wî/ê nişan dide, îsal belgefîlmkarekî kanadayî Mêvanê Rûmetê ye: Alanis Obomsawin. Obomsawin ev 55 sal in belgefîlman dikişine, heta niha ji 60'î zêdetir belgefîlm kişandiye. 12 belgefîlmên wî cara pêşî li Tirkiyeyê têne nîşandayîn. Belgefîlmê wî yê navdar "Kanehsatake: Berxwedana 270 Salan" li ser têkoşîna gelê xwecihî hatiye kişandin û şahidiya wan dike. Festîvalê eşkere kir ku ji ber tenduristiya wî ew nikare bê Stenbolê lê belgefîlmên wî dê bêne nîşandayîn.
Welatê Mêvan Filistîn e
Di Documentaristê de gelek beş hene. Yek ji wan li ser Filistînê ye ku ew wekî Welatê Mêvan hilbijartine. 6 belgefîlm di vê beşê de hatine pêşkêşkirin.
Di beşa "3x3 de 3 belgefîlmên derhênerê ji Brezîlyayê Eruarrdo Coutinho "Edificio Master", "Jogo de Cena" û "Ultimas Conversas" dê bêne nîşandayîn. Her wiha ji Tirkiyeyê jî belgefîlmên Îmre Azem "Ekumenopolis", "Uçurumun Kişisinda Turkiye" û "Hatay: 24 aralik 2024-8 Ocar 2025" heye.
Jiyana Tuncel Kurtiz
Li aliyê din li ser xwezayê, mafên mirovan, li ser jinan gelek belgefîlm hene. Ji Tirkiyeyê di "Panoramaya Tirkiyeyê" de jî 22 belgefîlm hene. Yek ji wan jî li ser jiyana lîstikvan Tuncel Turkiz e: "Boluk Porçuk: Bir Tuncel Kurtiz Biyografisi".
Du belgefîlmên bi kurdî
Ji belgefîlmên bi kurdî didu hene. Belgefîlmê Kenan Diler "Kavak Agacinin Golgesinde" piştî Festîvala Fîlman a Stenbolê niha ji li Documentaristê ye. Belgefîlm li qeraxa Behra anê çîroka kesekî bi navê Mikail pêşkêş dike.
Belgefîlmê din jî bi navê "Rengê Kevir" ê derhêner Tugba Yaşar e. Di vê kurtebelgefîlmî de Yaşar bi ser hin fotografan re temaşevanan dibe salên 90'î, çîroka şewitandina gundan jî bibîr dixe.