Rojên Ma Muzîkê bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 00:58

Li Amedê 7emîn Rojên Ma Muzîke ya ku ji hêla Akademiya Ma Muzîkê di navbera 12- 15ê hezîranê de pêkhat, rojên Ma Muzîkê bi konseran dawî bû.

Ma Muzîkê ev 7 sal in Rojên Ma Muzîkê li dar dixe. Îsal rojên Ma Muzîkê diyarî Nesrîn Şêrwan hatibû kirin di navbera 12- 15ê hezîranê de pêk hat. Roja di dawî de gelek zarok cil û bergên kurdî xwekirin. Zarok li pêşiya Ma Muzîkê ya Peyasê heta qada bajêr meşiyan. Di meşê de zarokan li dehol û erbanê dan stran gotin.

Piştî zarok gihiştîn qadê  Orkestraya Rîtmên Xwezayî, Koma Zarokên Mayê û  Endamên Koma Mayê û Zarokên ma’yêderketin ser dike û stranen xwe gotin. Gelek kes bi stranan re dest bi govendê kirin.

Hevşaredara Peyasê ya Amedê Berîvan Gulşen Sîncar axivî û diyar kir ku ew îro ne tenêsalvegera Ma Muzîkê pîroz nakin, ew keda bi salan e pîrozdikin. Ma Muzîk bi dazwaza gel hatiye avakirin.

Paşê Kordînatorê Ma Muzîkê  Şerko Kanîwar axivî û dazanînku dema ku qeyûm hat got  herin mala xwe me got na ew zarokê Kurdistanê bê stran nahêlin.

Rojên Ma Muzîkê bi konserê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.