- Mamosteyê Govenda Kurdî Weliyê Botî ku qederê 30 salane li Ewrûpayê ye û li bajarê Bielefeldê dijî, di derbarê şal û şapik û çanda resen a Kurdan de agahiyên pirr xurt parve dike.
FIRAZ BARAN / BIELEFELD
3yê Hezîrana 2025an, ez bi trênê derbasî Bielefeldê bûm. Ev bajar bi ketena xwe navdar e. Demên berê li Ewropayê hin malbatên mîran ketena Bielefeldê tercîh dikirin.
Ev bajar ji bo dîroka telewîzyona Kurdî jî cihekî girîng digire. Stûdyoya yekem a Med TV li vir hate vekirin. Wekî din, televîzyona Êzdiyan Çira TV îro li kelehekê nêzîkî Bielefeldê weşanê dike.
Mamosteyê Govenda Kurdî Weliyê Botî li bajarê Bielefeldê dijî. Ew zêdetirî 30 salan e li vir e û avakarê studyoya Med TVyê ye. Weliyê Botî li gundekî li ser çiyayên Gabarê ji dayik bûye. Piştre li Cîzîrê bi cih dibe. Ji ber alîkariya gerîlayan dagirkeran sê caran wî girtine û îşkenceyên giran lê kirine. Sala 1988ê dîsa girtine û hetanî dawiya 1991ê li zindanê hiştine. Dema ku rizgar bûye bi pêşniyara hevalên xwe bûye Serokê partiya HEPê yê Cizîrê.
Ew yek ji rewşenbîrên welatparêz bûye ku zehmetiyên wê serdemê rakiriye. Piştre li Kurdistanê gef û sûîqestên dagirkerên Tirk dest pê dikin. Li ser pêşniyara hevalên xwe koçî Elmanyayê kiriye. Dema ku gihîştiye vir, beşdarî xebatên çandî û hunerî bûye. Ev bû 30 sal Weliyê Botî mamosteyê Govenda Kurdî û endamê Juriya Mîhrîcanê ye.
Doh bo hevpeyvînekê ez bûm mêvanê Mamoste Welî û hevala Sêvê. Min zarokên wan naskir. Hemû bi çanda Kurdî dijîn. Zimanê malê Kurdî ye. Stranbêj Nazdar keça wan e. Nazdara serkeftî rêwîtiya xwe ya muzîkê bi perwerdehiya dê û bavê xwe dest pê kiriye. Ango bingeheke wê ya xurt heye. Zarokên din jî bi muzîkê re eleqedar in. Li saz, keman û orgê dixin.
Herî dawî ez behsa hevala Sêvê jî bikim… Rojekê stranbêj Roj Alî gotibû: “Em Kurd me keda dayîkên xwe nenivîsandiye. Em nikarin keda dayîkan bi rêya romanan, sînemayê û muzîkê bînin ziman.” Rastî jî doh min carek din ev dît. Hevala Sêvê bi mêvandariya xwe ya Kurdewar nehişt ku ez alîkariya wê bikim. Çay û qehwe, cûrbecûr fêkî anî û sê xwarinên cûda danî ser sifrê. Ez spasiya Dayîka Sêvê dikim.
Belê min bi Mamoste Weliyê Botî re li ser çanda şal û şapikê hevpeyvînek kir. Hevpeyvîn li jêr e:
Mamoste şal û şapikê te kê çêkiriye?
Yê min 80 salî ye. Kê çêkiriye ez nizanim. Lê çar kesan li xwe kiriye. Rehma Xwedê lê be, berê Hecî Sebrî li xwe kiriye. Piştre kurê wî Selîmê Botî li xwe kiriye. Selîmê Botî li Botanê zirneciyekî baş bû. Ger li Botanê pênc hebin, yek ew e. Rehma Xwedê lê be, Mewludê Alîko li xwe kiriye û gihaye min û ev 30 sale ez li xwe dikim. Ka bêje qismet em bidin kî?
Hîna paqij û saxlem e…?
Erê paqij e û saxlem e.
80 sal ne hindik e. Êdî bûye şal û şapikek dîrokî. We çawa parastiye?
Tu nikare bi ava germ bişo. Ji ber ku mûyê bizina ye, dema ku dikeve ava germ ji hev vediqete. Tu nikare bavêje makîneyê. Dema ku tu derdixî, divê tu wê nexî nav torbeyê. Ji bo rakirina bêhna xwêdanê divê tu daliqînî. Hûn dikarin wiha jî bikin: Hûn wê dixin nav ava sar, derdixin û daliqînin. Ji bo dûrxistina ji xwêdanê bin çengê jî vekiriye. Şagirtên me yê govendê ve yekê nizanin. Lewma carna dipirsin: “Mamoste çima ev der qetiyaye?” Bo hewayê vekiriye…
Hostayek şal û şapikê ku tu li xwe dike di çend rojan de çêdike?
Dibe ku heyvekê lê dide. Ji ber orjînal e û xwedî kalîteya herî baş e.
Heyvekê! Kedak mezin e. Wê çaxê pir biha ye?
Erê. Tu dikarî niha bi 2 hezar Euroyî çêbikî.
Mamoste, dema ku tu zarok bû hostayên şal û şapikan pir bûn?
Dema ez zarok bûm li her gundekî yek û du hostayê şal û şapikan hebûn. Hemû jî Keldanî bûn. Şirnex, Cizîr û Silopiyayê wisa bû. Şal û şapik hunera Keldaniyên Botanê ye. Lê îro hosta kêm in. Dema ku xwestek pir û hosta kêm bûn tu nikare demek dirêj veqetîne. Lêwma hosta kalîteya şal û şapik kêm dikin ku bêtir şal û şapik der bixin.
Erdnîgariya Keldanî û Suryaniyan diyar e an bi hevre jiyan dikin?
Erdnîgariya wan diyar e. Keldanî li Botan û Behdînanê, Suryanî li herema Torî jiyan dikin.
Belê Mamoste, kîjan herêm şal û şapikan li xwe dikin?
Şal û şapik li Botan, Behdînan û Serhedê li xwe dikin. Bêdlîs, Mûş, Wan, Colemêrg, Şirnex, Sîlopiya, Cizîr, Dêrik, Mîks, Basa û hwd. Ev hemû li xwe dikin.
Hemû wek hev in an?
Na xêr. Cureyên xwe hene. Wek mînak şal û şapikên ku Keldanî li xwe dikin cuda ye, bi şaft in. Yê Misilmanan xurî ne yanê sade ne. Her wiha şal û şapikê Devdelingê bi firê, yê deng hene.
Hemû yek reng in?
Na. Gelek rengê şal û șapikan hene û navên wan jî cudane. Wek mînak:
Bekirbegî: Şal û şapikê Bekirbegî belek in. Yanê reş û spî ne. Li ser doxîna wan stêrk hene û bi şaft in. Bekirbegî şalekî gelek qenc e. Lê ne yekemîn e.
Binevșî: Şal û şapik a herî biha Binevşî ye. Jê re dibêjin “Çardeh Çile”. Qurmizê lê didan. Yê yek mekuk, du mekuk, sê mekuk û çar mekuk û pênc mekuk hene. Mekuk çi ye? Darek e. Tu yek car here û were dibe “Yek Mekuk.” Dikin du dar, dibe “Du Mekuk.” Dar çiqas zêde dibin ewqas zirav dibe û hêjaya wê bilind dibe.
Kixmeyî: Şînê hewayî ye. Şal û şapika ku ez li xwe dikim Kixmeyî ye.
Piștpaz: Berê pîrekan giyayek diçandin. Jê re digotin hîro. Qurmê hîro hişk dikirin û av lê dikirin û serê xwe didan. Por nerm dikir û şa bi hesanî dihat xwarê. Dema ku qurmê hîro peyda dikirin diavetin avê û tev didan. Jê re digotin “Sitirîk”. Piştpas bi qurmê hîro çêdibe. Tu dermanê din lê nakevin.
Xûrî: Tenê boyaxek e. Spî be, sor yan reş be, pêwîstek yek reng be. Jê re dibêjin “Xûrî.”
Semawî: Şal û şapika semawî rengê asîmanî a vekirî ne.
Arawî: Şînê tarî û xal tê de ye.
Birkeyî: Mirovan li ber palayî û kar li xwe dikirin. Xat bi xat bûn. Şîn û spî bûn.
Şal û şapik bi çi û çawa çêdikin? Rengê wan çawa peyda dikin?
Şal û şapik bi mûyê bizinên çûr çêdibe. Dibirin. Şayên mezin hene bo vî karî. Pîrek hetanî mû bi mû ji hev biqete şa didin. Piştre bi teşiyê dirêsin. Bi giyayan û toşilê hinaran boyaxê peyda dikin û wî rêsî didin (Toşilê hinaran hişk dikirin. Jê re digotin “debax”). Sor dibû, zer dibû û hwd. Piştre di nav qurmiz de dikelandin. Piştre lê didan û lê didan… Tanik dikirin. Çiqas tanik dibû hêjaya wê ewqas zêde dibû. Digotin 11 çile, 12 çile, 13-14-15-16 çile… Wek pêlika cixareyê dibû. Beşên wê hebûn… Yek mekûk, du mekûk hetanî pênc mekûk diçe. Piştre bi destan dirûtin.
Qurmiz çi ye?
Kil hebû, pîrekan li çavê xwe didan. Qurmiz jî wek kilê tozek e. Qurmiz ji Başûr û Binxetê dihat. Dermanek e û cilan xera nake. Jê naçê.
Li Ewropayê nêzîkî 50 komên govendê hene. Komên me şal û şapikan li xwe dikin?
Erê, çawa. Gelek komên me çûne Cizîrê û ji xwe re şal û şapik peyda kirine. Dema şahî û çalakiyan, her wiha her sal li Mîhrîcanê li xwe dikin û hunera xwe pêşkeş dikin.