- Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku endamê Koma Awazê Çiya Agir Serhildan 6’ê Çielya 2025’an di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye.
Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku yek ji endamên Koma Awazê Çiya Agir Serhildan 6’ê Çileya 2025’an şehîd bûye û got: “Heval Agir weke hunermend û şoreşgerekî nemir mîrateyek mezin û bi hêz ji me re hişt. Wekî Tev-Çand’ê em ê ji Mizgînan heya Sefkanan û Agiran li mîrateya ku şêhîdên me ji me re hiştine xwedî derkevin.”
Komîteya TEV ÇAND’ê ragihand ku endamê Koma Awazê Çiya Agir Serhildan 6’ê Çielya 2025’an di encama qezaya trafîkê de şehîd bûye. Daxuyaniya Komîteya TEV ÇAND’ê ya li ser şehadeta Serîhildan bi vî rengî ye:“Heval Agir Serhildan bi nasnav Aram Merdanî di 6’ê Çile 2025’an de, di encama qezayeke trafîqê de şehîd ket û tevlî karwana nemiran bû.
Heval Agir Serhildan bi nasnav Aram Merdanî di 15’ê Adara 1996’an de, li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Mehabadê, di nav malbatek welatparêz de ji dayik dibe. Tevî hemû derfetên ku di pergalê ji heval Agir re hatin pêşkêşkirin jî nekarîbû lêgerîna heval a di derbarê tekoşîn û azadiyê de asteng bike û heval Agir lêgerîna xwe her kûrtir kir, da ku bigêhêje armanca xwe û bi gerîla re bibe yek.
Hunermendekî afirîner û jêhatî bû
Heval Agir rewşenbîr û hunermendekî jêhatîbû. Heval Agir piştî demekê di Komeleya Ciwanan de xebat meşand şûn ve tevlî xebatên çand û huner a Tev-Çande dibe. Heval Agir tevlî xebatên Tev-Çandê bû şûnde nêzî du salan xebatên çandê dimeşîne. Heval Agir di nav xebatên Tev-Çandê de hem weke muzîkjenekî di nava koma Awazê çiya de cîh digre û hem jî di heman demê de weke wênekêş û sînamager tevdigere. Heval Agir di hemû kêliyên jiyana xwe de bi ahenga huner û xweşikbûnê dijî. Hevalekî ku bi rih û tevgera xwe reng dida jiyanê û qada ku lê dijiya. Heval Agir di têkoşîn û di jiyana xwe ya şoreşgerî de her timî bi dîsîplîn, fedakarî û hevaltiya xwe mînakek bêhempa bû. Heval Agir hunermendekî afirîner bû.
Heval Agir Serîhildan 6’ê Çileya 2025’an de, dema li ser erka xwe bû, di encama Bi vê boneyê em di serî de ji malbata heval Agir a hêja re, ji hemû hunermendên azadîxwaz re û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ê di xeta Rêber Apo ya jiyana azad de bi ruhê heval Agir xwedî derkevin, bijîn û xeyala wan pêk bînin.”
ROJNEWS