Ocalan bi konseran azad dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 01:25

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de konserên ku li bajarên cuda yên Îtalyayê tên lidarxistin di sala 2’yan de dewam kir.

Navnîşana destpêkê ya îsal a konserên “Dema Azadiyê” ku parçeyekî kampanyayê ne, bajarê Bolognayê ye ku hembajariya rûmetî dane Rêber Apo. Konser bi piştevaniya gelek saziyên Îtalî hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.

Di axaftinên beriya konserê hatin kirin de, îşaret bi girîngiya kampanyayê û rola Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin.

‘Azadî pirr nêz e’

Alîkara Serokatiya Şaredariya Bologna Emily Marion Clancy diyar kir ku kampanya hêviyên aştiyê xurt dike û got, “Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek mirovî, di heman demê de pirsgirêkek nasnameyê ye. Pirsgirêkeke ku azadiya mirovan lê tê tunekirin, lê tê hepskirin. Fikrên Ocalan ji bo me girîng in. Lewma serketina vê kampanyayê girîng e.”

Rayedarê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê Yilmaz Orkun jî wiha got: “Ji bo azadiya Rêber Apo sê sal in dostên me bi kedên cidî têdikoşin. Bi vê kampanyaya navneteweyî tecrîda li ser Rêbertiya me hate şikandin. Êdî azadiya wî pirr nêz e.”

Di dema konsere de ciwanên Îtalyan ji pirtûkên Rêber Apo hin beş xwendin, xwendekarên zanîngehê têkildarî fikrên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinê û jiyana hevpar a gelan de axivîn. Beşdaran banga ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK’ê jî, weke gaveke girîng a ji bo aştiyê nirxandin.

ANF/BOLOGNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.