Hevdîtinên bi Elmanyayê re baş bûn
Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:05
Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret da zanîn ku rayedarên Elmanî ku hefteya borî bi wan re hevdîtinek pêk anî û got:"Encama ku me ji hevdîtinan bi dest xist ew e ku ji bo bidawîbûna van polîtîkayan hewceyî bi demê heye. Bi giştî atmosfereke erênî hebû."
Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret ku di nava heyeta DEM Partiyê de ya ku hefteya borî bi rayedarên Elmamî re hevdîtin pêk anî cih digire, diyar kir ku hevdîtin gelekî baş derbas bûne.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan hefteya borî li Elmanya û Ingîlistanê hin hevdîtin pêk anîn. Heyeta DEM Partiyê ya di bin serokatiya Tûncer Bakirhan de li Berlînê bi weqfên cuda yên nêzîkî partiyên siyasî, rêxistinên civakî, partiyên siyasî, rayedarên Wezareta Karên Derve ya Federal û musteşaran re hevdîtin pêk anîn. Hevnûnera Elmanyayê ya DEM Partiyê Leyla Îmret ku li gel Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê li Berlînê beşdarî panelek û du civînên gel bû axivî.
Leyla Îmret di destpêkê de bal bir ser armanca hevdîtinan û wiha got:"Hikûmeta Elmanyayê nû dest bi kar kir. Me xwest hem em bi hikûmeta nû re pêwendiyên xwe xurt bikin hem jî têkildarî pêvajoya dîrokî danûstandina agahiyan bikin. Her wiha me bi hin partiyên nêzî xwe, weqfên sivîl û bi taybetî jî civaka xwe ya li Berlînê re hin hevdîtin pêk anîn û em hatin ba hev. Armanc ev bû; ev pêvajo, yanî ev pêngava ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, pêngava civaka demokratîk û pêngava avakirina civaka demokratîk e. Hem vegotina wê, agahdarkirina civakê û hem jî tevlîbûna civakê hate armanckirin û hevdîtinên dîplomatîk jî hatin kirin."
Atmosfereke erênî hebû
Leyla Îmret wiha dewam kir:"Bi giştî bi awayekî erênî nêzî pêvajoyê dibin. Piştgiriyên xwe yên ji bi pêvajoya ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, anîn ziman. Bi taybetî jî ji bo banga 27’ê Sibatê gotin ku ew ‘bi kêfxweşî û baldarî dişopînin.’ Diyar kirin ku ger têkildarî pêvajoyê ji Tevgera Azadiyê yan jî ji dewleta Tirk daxwazek çêbibe ew ê qebûl bikin. Gotin ku ew ji bo vê yekê amade ne. Parlamenterên Partiya Çepgir têkildarî vê mijarê pêşniyazpirsek dabû Bundestagê jî. Di hevdîtinan de diyar kirin ku ev mijar ne di rojeva wan de ye lê belê ew ê vê yekê bişopînin bê ka wê di jiyan û pratîkê de çawa pêk bînin. Elmanya û Tirkiyeyê pêwendiyên dîrokî hene. Hemû rewşên li Tirkiyeyê rû didin piştî demekê bandora xwe li vir jî nîşan didin. Ji ber vê yekê encama ku me ji hevdîtinan bi dest xist ew e ku ji bo bidawîbûna van polîtîkayan hewceyî bi demê heye. Bi giştî atmosfereke erênî hebû."
ANF/MÛHAMMED KAYA/BERLÎN