Cîhana rengîn a Gogh û tarîtiya dîrokî

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Tîrmeh 2025 - 00:58

  • Pêşangeha bi navê “Kiefer/Van Gogh” ku cîhana rengîn a Van Gogh bi tarîtiya dîrokî ya Kiefer re tîne ba hev, di navbera 28ê Hezîranê û 26ê Cotmehê 2025an de li Royal Academy of Arts li benda mêvanan e.

Pêşangeha “Kiefer/Van Gogh” ku li Royal Academy ya li Londonê hatî vekirin, vîzyona tarî ya dîrokî ya Anselm Kiefer bi xeyalên geş ên Vincent van Gogh re dike yek. Ev pêşangeh yek ji pêşangehên herî bi hêz a dîroka hunerî tê qebûlkirin. Her wiha ji bo Anselm Kiefer û bîneran jî rûbirûbûneke bi hêz e.

Vincent van Gogh, di sala 1853’yan de, di serdemeke aştiyane (şer û pêvçûn kêm bûn di wextê wî de) de ji dayik bûbû. Di sala 1890’î de, dema hêj 37 salî bû, wî di nav zeviyeke genim de xwe kuşt û dawî li jiyana xwe anî. Heger Van Gogh xwe nekuşta û li jiyanê bûya? Di şêst saliya xwe de wê Şerê Cîhanê yê Yekemîn, û di nod saliya xwe de jî Elmanyaya Nazî û dîmenên Auschwitzê bidîta. Pêşangeha 80 saliya Anselm Kiefer li Royal Academy, li vê xeyalê dikole: Ger Van Gogh bibûya şahidê tirsên cîhana nûjen, ew ê wêneyên bi çi rengî xêz bikira?

Bala Kiefer a li ser Van Gogh ne tiştekî nû ye. Di 18 saliya xwe de, wî ji bo şopandina şopa Van Gogh bûrseke gerê wergirtibû; di riya ji Hollandayê heta Arlesê de, wî şopa wênesaz dişopand. Ji wê demê û pê ve, êşên hundirîn ên Van Gogh û girêdana wî ya bi xwezayê re ya bi coş, di tabloyên wî yên mezin û peykerên wî yên bi referansên dîrokî de deng vedane.

Alavên Van Gogh û bîra Kiefer

Pêşangeh ji xêzên ciwaniya Kiefer dest pê dike heta karên wî yên rojane yên ku rasterast bersivê didin Van Gogh. Di vî warî de berhevokeke berfireh cih digire di pêşangehê de. Di nav vê berhevokê de, tabloyên mezin ên mîna The Last Load (2019) ku 7.5 metreyî ye, jî hene. Di zeviyeke ku dişibe zeviya genim de, di bin asîmanên reş û tarî de şiverêyên ku rayên trênê yên Auschwitz’ê tînin bîra mirov derdikevin hemberî mirov. Li hêla din sap û qesela ku tevî boyaxake tîr hatine sêwirandin jî weke qîrîna bêdengiya rabihuriyê tên hîskirin.

Şîna jiyanên wêranbûyî 

Di dinyaya tarî ya Kiefer de, hin tabloyên Van Gogh veguherîne bang û qîrînêntirsnak. Tabloya Shoes a sala 1886’an, êdî ne tenê jiyana wênesazekî, lê belê dibe şînek ji bo jiyanên wêrankirî. Piles of French Novels jî mîna kevirên goran ên ku çîrokên jibîrkirî yên li ser hev kom kirine, tîne bîra mirovan.

‘Em di asîman de gorekê dikolin’

Anselm Keifer tabloya Van Gogh a sala 1890’î “Wheatfield with Crows” ku ber bi dawiya emrê xwe xêz kiribû jî bi tabloyê xwe yê “Nevermore” ji nûve şirove dike. Qijikên reş ên di zeviya genim a ku Van Gogh berî mirina xwe xêz kiribû, di tabloya Kiefer de bêhtir mezin tên xuyanê. Dema ku refên qijikan ji asîman ber bi me ve tên helbesta bin avê “Fûga Mirinê” a Paul Celanî tê bihîstin; “Em di asîman de gorekê dikolin – cih pirr e.”

Êdî kes nikare bi çavên wî li xwezayê biniherê!

Ev pêşangeh bi hunera Van Gogh re ne tenê têkiliyeke romantîk, lê belê têkiliyeke travmatîk jî çêdike. Çavê tarî yê ku Kiefer li Van Gogh zêde dike, pêşangehê digihîne asteke cihê. Lê belê gava Kiefer hewl dide aliyê Van Gogh ê hêvî û ronahiyê bigire – bi taybetî bi gulên rojê yên bi zêrê zêrîn hatine xemilandin – ew ji îknabûnê dûr dikeve. Têkiliya wî ya bi xwezayê re êdî bêguneh nîne, ji ber ku “êdî kes nikare bi şahiyeke nû ya mîna ya Van Gogh li xwezayê binêre”.

Ev hevdîtina li Royal Academy, heyraniya Kiefer a şexsî û dîrokî ya ji Van Gogh re bi hest û hîseke kûr eşkere dike, lê di heman demê de me bi vê pirsê re jî bi tenê dihêle: Ma huner bi rastî dikare tirsên dîrokî hilgire?

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.