Ji milyonan carekê!

Nûçeyên Çand/Huner

În 4 Tîrmeh 2025 - 00:30

Ew ne yekem wêneyê Andrew McCarthy yê Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) e ku kêliyên derbasbûna rojê digire. Lê yek ji wan wêneyane ku ew ê pirr di bîra xelkê de bimîne. Di dawiya meha Hezîranê de, astro-wênegirê jêhatî ji bo girtina kêliyên derbasbûn rojê çû çola Arîzonayê. Tiştê ku wî hêvî nedikir, ew bû ku di heman demê de tîrêjeke mezin a rojê ya ku ji rûyê rojê derdiket jî bigire. Wî ev nav li wêneyê xwe yê navdar kir; “kareya ji milyonan carekê” Ev wêne ji hêlekê ve bext û siûda wênegirekî û ji hêla din ve jî şarezebûna wênegirekî jêhatî nîşan dide.

Girtina vî wêneyê xweşik tiştekî neplankirî bû. Ji lewma ev wêne weke xelatek kozmîk bû ji bo berxwedana li hember germahiyên çolê yên ku digihîştin 121°F yî! Germa havînê ya ku bêhnê li insanan diçikand, parastina alavên girtina wêneyan jî zehmettir dikir. Lê McCarthy ji bo vê rewşê got; “Bi her awayî hêja bû ku ez wêneyê herî bi tesîr ê di jiyana xwe de bigirim. Di jiyana mirov de tenê carekê mirov dikare tiştekî wisa bibîne, ew jî bû qismetê min.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.