Ji ber Kurd im têm darizandin

Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:40

GUL GUZEL / STUTTGART

Senatoya Cezayan a Duyemîn a Dadgeha Bilind a herêma Stuttgartê, bi din serokatiya Hans-Jurgen Wenzler di rûniştina 21’an de, bi îdîaya endamê rêxistineke terorê ya derveyî welat, 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê da M.A. Yilmaz ê 68 salî. 

Dozgeriyê di 26’ê Hezîranê de daxwaza 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li M.A. Yilmaz xwestibû ku nexweşiyên diyabetê û dil ê giran e. Parêzerê M.A.Yilmaz Tûran Uluçay jî, di rûniştina 28’ê Hezîranê de destnîşan kir ku îdîayên derbarê muwekîlê wî de yek jî ne rast in û tu delîl nehatine tespîtkirin û got:’’Divê dadgeh heta niha ceza negirtina muwekîlê min di pêş çavan re derbas bike. Divê dadgeh sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd pêk tîne, şideta birêve dibe, texrîbata li herêmê dike, bi ser malan de digre, mirovan bi saxî dişewitîne di pêş çavan re derbas bike. Erdogan bi sedan sivîlan koçber kirin. Ji bo gelê Kurd hate gotin ‘mirovên çiyayî’ û zimanê wan hate qedexekirin. Yên diaxivin tên cezakirin. Niha jî Baxçelî dibêje ‘bila Ocalan bê meclîsê û biaxive’. Herwiha PKK’ê di 12’ê Gulanê de da xuyakirin ku wê xwe fesih kiriye. Divê dadgeh vê yekê jî di pêşçavan re derbas bike. Herwiha derbarê depresyoneke giran a muwekîlê min de raporek heye û 70 salî ye. Fesihkirina PKK’ê jî silav dike. Ji ber wê yekê em daxwaz dikin ku rewşa girtîbûna wî bê rakirin, cezayê girtîgehê neyê dayîn. Dema ku li Spanyayê bû hatiye şopandin û hatiye girtin. Ji bo wê zirara ku hatiye dayîn divê tazmînata wê were dayîn.’’

Piştî parastina parêzer M.A.Yilmaz mafê axaftinê wergirt û wiha got:’’Ez parastina parêzerê xwe dipejirînim. Herkes, bi civaka xwe û derdora xwe reng digre. Ez jî Kurd im û Kurdistanî me. Dadgeha we jî ji ber ez Kurd im û Kurdistanî me, min dadirizîne. Ji ber wê yekê ev ne rast e û nayê qebûl kirin. Di 27’ê Sibatê de bi banga birêz Ocalan, PKK’ê bi kongreya xwe ya 5-8’ê Gulanê, di 12’ê Gulanê de ragihand ku wê xwe fesih kiriye. Ez Kurd im û Kurdistanî me. Biratiya gelan, azadiya reng, ol, azadiya jinê, şûna şer aştiyê diparêzim. Yê ku ji bo gelê Kurd têkoşînê dike PKK ye. Ez li dijî tecrîda ku 26 salin li ser birêz Abdullah Ocalan tê pêkanîne me. Careke din tînim ziman, ez ne terorîst im û daxwaza azadiya xwe dikim.’’

Darizandina M.A.Yilmaz ê 68 salî ku li gel malbata xwe li Swîsreyê jiyan dike, bi îdîaya endamê PKK’ê ye hate sucdarkirin, bi serokatiya Hans-Jurgen Wenzler lêpirsîn hatibû destpêkirin. Li gorî îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Stuttgartê, M.A.Yilmaz di navbera Tebaxa 2015’an heta Tîrmeha 2017’an bi navê PKK’ê, weke kadroyekî, destpêkê li derdora Heîlbronn, piştre Pforzheimê, bi nasnavên cuda, weke berpirsiyarê herêmê kar kiriye. Li gorî armanc, bername û şêwazên xebatê yên rêxistinê, bi navê rêxistinê çalakiyên propagandayê, meş, bi navê rêxistinê pare komkirin, kesên din tevlîkirin, li hemberî rêveberiya ku telîmat dane wî, xwe berpirsiyar dîtiye, hatiye sûcdar kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.