Sala yekemîn a Peymangeha Bilind a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Di peymangehê de 56 xwendekarên beşên şano, sînema û muzîkê derbasî sala 2'yemîn bûn. Bi vê boneyê peymangehê şahiyek li navenda peymangehê ya Dêrikê li dar xist. Di şahiyê de endamên Desteya Çand û Hunerê, Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Zanîngeha Rojava û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Peymangeh di 17'ê Cotmeha 2024'an de bi armanca amadekirina pisporên çandî û hunerî û pêşxistina jêhatiyên ciwanan di hemû aliyên hunerê de, hat vekirin. Hevserokê TEV-ÇAND'ê Xelîl Tehlo di şahiyê de axivî û got peymangeh berhemek ji berhemên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û xebatên pêşxistina şiyanên ciwanan û parastina çandên gelan nîşan dide.
Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid jî diyar kir ku îsal ji xwendina zêdetir hevdîtin, derbirîn û afirînerî hebû û pêşketina mezin a xwendekaran silav kir.
Nifşekî hunerî yê pispor ava dibe
Di şahiyê de hunermend Adil Feqe û Ferhad Merdê stran û helbest pêşkêş kirin. Xwendekara beşa muzîkê Rewşen Mihemed got ku peymangehê derfeteke mezin ji wan re vekir da ku ew şiyanên xwe yên hunerî bi pêş bixin û bigihînin asta pisporiyê.
Xwendekar Ferîd Elî jî got: "Me dersên zêde ji pisporên şano, sînema û muzîkê wergirtin. Peymangehê ji me re derfet vekir, da ku em bi awayekî berfirehtir çand û hunerên gelên xwe nas bikin û xwe di hemû aliyên hunerê de bi pêş bixin."
Peymangeha Bilind a Huneran a li Dêrikê armanc dike ku nifşekî hunerî ya pispor ava bike, ku huner û çandê bi hemû zimanan û nasnameya çandî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejîne. Dema xwendina li peymangehê 3 sal e.
ANHA/QAMIŞLO