Mihrîcana Tetwanê bi coş dewam dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 3 Tîrmeh 2025 - 01:25

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ya bi dirûşma “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” tê lidarxistin, di roja 5emîn de bi nîşandana fîlmê Dargeçît, konsera Hamît Karadenîz û hunermendên herêmî berdewam kir. Mîhrîcan bi pêşengiya Şaredariya Tetwanê ve tê lidarxistin û îsal 57emîn car e pêk tê. Di bernameya îro de fîlmê Dargeçît li salona sînemayê ya bajêr pêk hat û piştî nîşandanê gotûbej hat kirin. Konsera Hamît Karadenîz û hunermendên herêmî jî li Qada Şahiyan a Qeraxê hat lidarxistin û bi sedan kes konser guhdar kir.

Ewilî hunermendên herêmî derketin ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin. Dûre Hamît Karadenîz  derket û girseyê bi hev re çepik lêxistin. Hamît Karadenîz stranên xwe ji bo girseyê got û dilê wan xweş kir. Di navberê de Hamît Karadenîz banga xwedîderketina aştiyê kir. Girseyê bi hev re dirûşma “Bijî serok apo” berz kirin û navnîşana aştiyê nîşan dan. Herî dawî hevşaredarên Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Mumîn Erol plaket da hunermendên derketin ser dikê û bernameya îro bi dawî bû.

Bernameya îro wiha ye:

Kargeha Boyaxkirina Çanteyan (16.00)

Şano (20.00)

Konsera Hunermendê Herêmî (21.30)

AW/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.