- Jinên Efxan bi salan e bi di navbera astengî û tirsê de hewl didin bi awayê profesyonel xebatên hunerî bidomînin. Ew bi firçeyên xwe ne tenê xeyalên xwe, êşên nifşekî, hêvî û têkoşîna wê xêz dikin.
BEHARAN LEHÎB / NÛJINHA / XEZNE
Huner di civakan de yek ji rêbazên îfadekirina hest, raman, nasnameya takekesî û kolektîf e. Li Efxanistanê tevî şer, xizanî û newekheviyê, jinên hunermend, bi riya wêne û xêzkirinê dengê xwe derdixin, rastiyên bi êş ên civakê û hêviyên veşartî vedibêjin. Berhemên jinên Efxan ên di deh salên dawî de li ser êş, berxwedan, hezkirin û daxwazên ku pek nehatine ne. Bi riya reng, form û sembolan şênber bûne.
Jinên Efxan bi salan e bi awayê profesyonel xebatên hunerî didomînin
Piştî salên 2001’î, bi avabûna saziyên çandî re, jinên Efxan, bi awayê profesyonel derfeta ketina qada hunerê dîtin. Jinên hunermend li zanîngehan, beşa hunerê xwendin, pêşangehan li dar xistin û hinek berhemên wan li derveyî welat hatin nasandin.
Xêzkirina wêneyan ji bo wan tenê rêbaza afrîneriyê nîn e, di heman deme de riya protestoyeke aştiyane, îfadeya nasnameya jinan û ji nû ve qezenckirina statuya civakî ye lê di sala 2021’ê de bi hatina Talîbanê re rewşa hunermendên jin bi tevahî guherî.
Talîban, bi astengkirina jinan tenê mafê perwerde û xebata jinan ji wan negirt, pêşî li xebatên hunerî jî girt. Gelek jinên wênesaz neçar man welat biterikînin, hinek atolyeyên hunerê hatin girtin û hunermendan berhemên xwe veşartin, an jî bi tirsa cezakirinê bi temamî ji hunerê dûr ketin. Îro li Exanistanê, hunera wêne ya jinan, bi gefa windabûna di nava bêdengiyê û tunebûnê re rûbirû ye.
Huner ji bo wan zimanê berxwedanê ye
Tevî vê jî hunermendên jin ên Efxan, hem li welat, hem jî li derveyî welat, bi riya medyaya dîjîtal, galeriyên dîjîtal û torên veşartî, dengê wan ê ku hatiye birîn hewl didin bilind bikin. Huner ji bo wan zimanê berxwedanê ye, riya zindîhiştina nasnameya çandî û takekesî ye û li dijî zulmê çalakiyeke protesyoyî ya bêdeng e. Di bin van mercan de hunera xêzkirina wêneyê, ne tenê xebata hunerî ye, di heman deme de îfadeya berxwedan û pêşerojeke ronîtir e.
Perwerdeya hunerê dide
Em bi mamosteya wêneyan Ferişte Ferhan a di Galeriya Haşiye de dixebite re axivîn. Ew li ser karê xwe wiha dibêje: “Ez yek ji hunermendên Galeriya Haşiye me û nêzî çar salan e di warê wêne de dixebitim. Du sal in ji lîseyê mezûn bûme. Tevî vê di civakê de min gelek karan kir. Ez mamosteya wêneyê me û vê hunerê hîn dikim. Her wiha li hinek kursan, dersa îngilîzî didim.” Frişte Ferhan, wiha behsa eleqeya xwe ji wêneyan re dike: “Nêzî çar salan e min dest bi xêzkirina wêneyan kiriye. Dema zarok bûm qet nizanibûm çekim, tu tiştek der barê vê hunerê de nizanibûm lê dema ku mezin bûm, min eleqeya xwe keşif kir. Dema min dest bi çêkirina wêne kir, eleqeya min zêdetir bû. Ji bo hunermendek serkeftî bim min gelek hewl da. Di encamê de xeyala min pêk hat û min gelek berhem çêkirin, derxist pêşangehan.”
Bi hunerê nasnameya xwe diparêzin
Tevî ku Talîban hewl dide li dora hunermendên jin dîwaran çêbike jî rengên wan, formen wan û xeyalên wan hê jî dijîn û sînoran derbas dikin. Jinên weke Ferişte Ferhan, di rojên tarî û zulumat de jî nîşan didin ku huner dikare bibe riya mayîna li jiyanê û parastina nasnameyê. Wêneyên wan, îsbat dike ku dê dengê jinên Efxan tu carî neyê birîn lewre heta ku firçeyên wan bixebitin dê hêvî hebe û bikaribin bi bêhneke kûr karê xwe bidomînin.