Gulîstan Kanîreş; jineke bîrbir û berxwedêr

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 7 Hezîran 2025 - 02:00

  • Gulîstan Kanîreş yek ji jinên afirîner û kedkar ên Kurdistanê ye. Piştî koçî Ewrûpa kiriye jî civata li gundê xwe ku bi demê re bûye havênê huner û berxwedana wê, ji bîr nekiriye. Bi hesreta welat di gelek saziyan de cih girtiye û derdê dûriyê bi helbest û romanan aniye ziman. 

OSMAN KAPAN

Me tûrikê xwe vala da mil, ketin ser rê ya bajar. Em mabûne bê gotin, me bêriya civatê kiribû. Em ji xwe re digeriyan, aş hate bîra min.Berê dayîka min digot: ”Ji aş û bajar dane hev.” Ji vir de wirde çend gotin berdane tûrik, min bire ba qeraş. Qeraş got: ”Bira ez tenê dihêrim, bêjing nakim. Tu xwe bi jêr ve berde li wir jinên Kurd hene hem dihêrin, hem bêjing dikin.” Min xwe berda jêr li wir rastî jineke aktîvîst, helbestvan, romannivîs û welatparêz hatim, bi navê xwe Gulîstan Kanîreş. Em rûniştin ligel hev, bêhna zozanên şerefdînê, xwezaya baniyên çiyan, çêjeya Kurdîya resen ji gotinan difûrî. Min ji xwe re got: ”Ev hem bajar, hem aş, hem qeraş e!” Em bi hev re gotinan li bêjingê bikin, ya bin ket em ê bikin kuwarê, ya bi ser ket em ê biavêjin kaş. Îca min xwest vê galgalkirina xweş bi hemû kesî re parve bikim. Me got, gotinên xweş, belê gotin xweş bûn. Lê êş û elem, jan û kul jî hebûn. Em zarokên welatekî birîndar, netweke bi êş in. Ligel wê jî, vî gelî bi berxwwedaneke bêhempa jiyaneke nû vejand. Gulîstan Kanîreş jî bi xebatên xwe yên pratîkî, wêjeyî bû mistek av û herikî ser vê aj a vejînê. Ez pirs bikim û bisekinim, bila Gulîstan, hebanka xwe veke û ji me re bêje…

Tu bi xêr hatî, ji bona ku te em neşikandin û hatî hevpeyvînê. Em dixwazin te nas bikin. Gulîstan ji ku ye, kî ye û xwe çawa pênase dike?

Win jî di nav xêrê de bin. Gulîstan Kanîreş jineke ji Kurdîstanê, li navçeya Kanîreş ya Çewligê ji dayîk bûye. Dema ku ez ji dayîk bûme bavê min li Elmanyayê bû. Ez zêde li cem kalikê xwe mame. Kalikê min kesekî hem di hêla wêjeyê de bi pêşketî bû, hem ji malbateke welatparêz bû. Di serhildana Şêx Seîd efendî de bi malbatî cih girtibûn. Îca dema civata kalikê min digeriya hem li ser wan serhildanan diaxivîn, hem di heman demê de ew çîrok, ew wêjeya Kurdî dianîn ziman. Mesele destana Zembîlfiroş hem bi stranî digot, hem wekî helbestî dixwend. Dîsa her wiha Derwêş û Edulê, Cembeliyê Mîrê Hekarya. Li Ser stranên ku ji bona serhildanên Kurdistanê, mesele stranên ku li ser sehildana Şêx Seîd, li ser komkujiya Geliyê Zîlan, Serhildana Agirî hatî goti jênegera civatê bû. Ji bona wê ziman û wêjê di nava malbatê de hakîm bû. Ez jî di nava wê malbatê û civatê de mezin bûm. Karim bêjim hêla min ya wêje û naskirina xwe ya netewî ji civata kalikê min hat. Ez dikarim xwe bi wî şeklî bidim nasîn.

Heya demeke ciwaniya xwe ez li Kurdistanê bûm, lê piştî demekê ez jî koçî Ewrûpayê bûm, ez jî hatim Ewrûpa. Dema ez hatim; min axa xwe, ew çîrokên kalikê xwe, çiyayên şerefdînê, bîranîn, ango hemû tişt li wir hişt û berê xwe da Ewrûpayê, vê yekê êşek di dilê min de çêkir. Yanî ez wekî fizîkî hatim, lê giyana min, aqilê min, hemû min li wir hiştin û hatim. Min dikir û ne dikir xwe aîdê Ewrûpayê nedidît. Yanî min tim ji xwe re digot, ezê kengî berê xwe bidim Kurdistanê û vegerim. Gulîstana Kanîreş ev e!

Gulîstan di gelek sazîyan de cih girtiye armanc çibû û çima?

Dema ez hatim Ewrûpayê temenê min ciwan bû. Pîştî salên 90’î serhildanên ku li Kurdistanê çebûn û li her çar hêlên Kurdîstanê gel rabûbû ser piyan, rojê bi sedan insanan berê xwe dida Ewrûpayê, bi sedan berê xwe didan çiyayên Kurdistanê, bi sedan insan dihatin girtin, di heman demê de li Ewrûpayê jî li ser tevgera Azadiya Kurdistanê qedexe danîbûn, serhildanan li Ewrûpayê jî dest pê kir. Yanî mirov dikarê bibêje ew agirê serhildanên Kurdîstanê wekî çirûskekê li Ewrûpayê jî vêketibûn. Di wê demê de min jî wekî jineke Kurd a ciwan û hemû bîranînên xwe li Kurdistanê hiştine û hatiye Ewrûpayê, nikarîbû li hember zilm û zoriya li ser welatê wê be helwest bimîne. Min ev dîdîtin û dişopandin. Wan qewimînan li ser min tesîreke mezin ava kir.

Dayîka min Kurmanc e, bavê min Dimilî ye, lê di malbatê de em bi Dimilkî diaxifîn. Em diçûne dibistanên Tirkan, me bi zimanê Tirkî dixwend. Îca bi her du zaravayan jî ez ne serkeftî bûm. Belê em bi zaraveyê Dimilkî diaxifîn, lê ez tam ne serwer bûm. Lêbelê dema ku em di nava wê gengeşiyê de, di nava wan serhildanên mezin de, ciwanan xwe dişewitand, wê demê ew hesreta welat, ew civata kalikê min dihate ber çavên min, min gelekî bêriya welat dikir. Min digot ez li Ewrûpayê me, wê civakê li ku dibînim? Yanî min bêriya wê civatê dikir, min bêriya çîrokan dikir, min bêriya stranan dikir, min bêriya çiya û baniyan dikir. Yanî vê li ser min bandoreke gelekî zêde çêdikir. Min biryar girt, min got; divê ez zaravayê Dimilkî û Kurmancî baş bi kar bînim. Ango hem zaravayê dayîkê, hem yê bavo! Wê demê em û Kurdên me yî Rojava ligel hev bûn û me kar û xebat bi hev re dikir. Min bi Kurmancî nizanîbû, wan jî bi Dimilkî an jî bi Tirkî nizanî bû. Ji bona wê di dan û standina rojane de me gelekî zahmetî dikişand. Îca min biryar da û dest ji zimanê Tirkî berda. Wê demê Rojnameya Azadiya welat hebû. Min distand û ferhenga Kurdî Tirkî datanî ber xwe û bi wî hawayî, li ser Kurmancî xebitîm. Bi wî awayî min xwe hînî Kurmancî kir.

Belê dema ku girêdan û heskirina welat zêde dibe, êdi mirov xwe ayîdê gelek tiştan dibîne. Ango dixwaze tim ji bona hezkiriyên xwe têbikoşe. Îca ji bona mirov ji wan neyê qutkirin xwe berpirsiyar dibîne. Lewra axa ku tu jê qutbûyî, bîranînên te yî zarokatiyê û hemû tiştê te li wir maye, ev wisa dike ku mirov gelek tiştan bide ber lêpirsînê. Nasnameya min a zayendî û her wiha ya neteweyî dikirin ku li hin tiştan bikolim. Dema ku lêpirsîn çedibe, berpirsiyarî jî di dilê mirov de çêdibe. Min jî dixwest bi keda xwe bibim dilopek û vê dilopa xwe tevlî Tevgera Azadî ya Kurdistanê bikim. Min xwe berpirsiyar dît û di gelek sazî û dezgehan de, heta niha jî cih girt û min dest ji berpirsiyarîya xwe bernedaye. Yanî hindek be jî min nexwestiye ji têkoşîna gelê xwe qut bibim, hem jî ji lêgerîna her du nasnameyên xwe qut bibim. Raste azadî xwestin, yanî tişta tu li gorî dilê xwe bixwaze bedel lazime. Dema tu bixwazî bigihîjî hedefên xwe divê tu bedel bide. Bedel û azadî bê ked nabe. Heya niha min jî xwestiye di vê rê de wekî gelek ferdên civaka xwe berpirsyarîyê hilgirim ser milê xwe. Min li gelek sazî û dezgehên Kurdistanê de wekî berpirsiyar cih girtiye. 

Dengê Gulîstanê xweş e. Stranan dibêje, helbestan dinivîse û bi awazekî zelal dixwîne. Gewhera vê hunermendiyê ji ku tê?

Erê dengbêjî, çawa bêjim? Belê ahenga wê dengbêjiyê, gavek berê jî min got. Di civata kalikê xwe de min gelek dengbêj guhdar dikirin, kalikê min bi xwe jî stran digotin. Yanî ahenga wan stranan, zimanê Kurdî li ser min bandoreke gelekî zêde çêkiribû. Ez bawer dikim hingî car caran min jî dixwest wan stranan bibêjim. Ew mîrateya ku min di wê civatê de hiştibû û berê xwe dabû welatê Ewrûpa, di bin wê bandorê de mabûm, yanî min dixwst wan xeyal û bîranînên xwe zindî bikim. Îca car caran min stran digotin. Dema ez hatim Ewrûpayê, erê koçek hebû ber bi Ewrûpayê, lê di sazîyên me de zêde nebûn. Me bi kêm insanan gelek tiştên cuda çêdikirin. Carina ez dibûme pêşkêşvan, carnan jî min di koroyê de stran digotin. Ji wir dediketim şanoyê û min di lîstikan de weke lîstikvan cih digirt. Di hêla din de stran digotin. Yanî me dixwest hem ji hêla moral ve baş bin û girêdana xwe ya bi çandê re qewî bikin. Piştî salên 90’î li ser berxwedêrî, li ser êşên dayîkan, li ser xiyanetê, kurt û kurmancî li ser hemû êş, jan û pagrewanîya welat gelek stran dihatin gotin. Ê ev stran di devê me de bûbûne wekî axaftineke rojane û ew bandora wêjeyê jî li ser min mabû. Dikarim bêjim cewhera vê hunerê ji van tiştên min rêz kirî tê. Lewra ev domahiya ku di zarokatiya min de peyda bûyîbû.

Van jî têr nekiriye, te roman jî nivîsandiye. Romana “Sonda Delal” ji gundekî Kanîreşê dest pê dike û li Elmanya didome. Çi bû sedem ku te ev roman nivîsand. Delal çiqasî tu yî, tu çiqasî Delalê yî?

Belê, wêje jî wekî min gotî, bermahiya civata kalikê min e. Ango min çavê xwe bi wêjeyê vekir. Dema ez di çûme dibistanê carina min bi Tirkî dinivîsand, bûyer çêdibûn ez dibin bandora wan bûyeran de dimam, min pênûs digirt dinivîsand, min xêz dikir. Min guhdar dikir. Xeyalên min jî gelekî kur bûn, dema ku diketim nava xeyalên xwe min dixwest wan xeyalan zindî bikim. Yanî ew hêla wêjeyî di zarokatiya min de hebû. Helbet wekî min gotî ewqas êş û bûyer pêk tên ji xwe wêje heya ji nava dil neyê tu nikarî biafirîne. Ez dibêjim hem xerîbî, hem di wî temenê xwe yî ciwanî de yanî 15-16 salî tu ji her tiştên xwe qut dibe, ew bi serê xwe êşekê ava dike di dilê mirovî de. Ew êş dihêle di aliyê wêje de, di stranê de, di helbestê de, di xeyalê de tu kûr bibe. Ez karim bêjim wêje bi xwe xeyal e. Tu xeyal dike, wan xeyalên xwe zîndî dike. Tu bi çi zindî dikî? An tu bi nivîse zindî dike, an bi stranê bi awaz dike. Lewra mirov bûyîyen heyî di stranê de dibîne û tu jî dixwazî wê stranê bibêje. Ez dikarim pirsa te bi vî şeklî pênase bikim.

Ez werim ser romana “Sonda Delal” Na, Delal ne ez im. Lê ez dibêjim çîroka Delalê ya gelek jinên Kurd e. Belkî çîroka mine jî. Ji ber ku di civakê de meseleya jinê di tevahiyê cîhanê de meseleyeke kur û dûr  e, dîroka pênc hezar salan e. Lê îca di civakên wekî civaka me bindest de pirrtir kûr e. Lê me dît piştî têkoşîna 40 salî civaka me hem di meseleya xwe ya netewî de, hem di ya jinê de heya radeyekê gihiştiye derekê. Di qada şer de, di qada siyasetê de, di qada hunerê de, di qadên cur bi cur gihişte asteke erênî. Lê di qada civakî de ast çi ye, di sonda Delalê de min xwest, piştî ewqas têkoşînê rengê civakê çiqasî bi pêş ketiye şirove bikim. Min xwest bi Sonda  Delalê rûyê civakê yê paşverû bînim pêşberî civakê. Mirov dikare romana Sonda Delalê bi vî awayî pênase bike, di Sonda Delalê de, di hêlekê de maxdurîyet heye, lê di hêla din de jî bijarkeke alternatîf jî heye. Yanî wekî gavek berê min gotî; têkoşîna çil salî bedelê herî giran hatine dayîn. Helbet divê ev bandora xwe li civakê jî bike. Di Sonda Delalê de mirov dibîne çiqasî maxdurîyet heye, lê Delalê li hemberî vê mexdûriyetê bi vîndarî li ber xwe dide. Bira şehîd dikeve, bav dikeve zîndanê, bi tenê dimîne, xerîb e, ziman nizane, çanda Ewrûpayê nizane. Ligel vê jî berxedaneke bêhempa dide, ev jê re dibe hêz. Helbet ev hêz ji têkoşîn û xwe birêxistinê tê û bi xwe re xwebûnê tîne. Ku ev nebûna Delal jineke revandî bû, dê bi qedera xwe razî bibîya. Îro bi hezaran jin hene em çîrokên wan nizanin. Di Sonda Delalê de min xwest bala xwîneran bikişînim roja me ya îro û wan bibim paşerojê…

Wekî encam gotina te ya dawî çi ye?

Wekî gotina dawî, divê em binivisînin ji lewre çîrokên welatê me gelekî zêde ne. Bi taybet jî bila jin binivisînin. Ez dibêjim jinek bêhtir dikare êşa dayikekê an jî êşa şehîdekî binivîse. Ji ber ku êşa herî giran dayîkên me dizanin û li gel wan êşan jî teslîm nebûne, li hember êşan jî, li ber xwe dane. Êş kişandine, lê xwebûna xwe jê ji vê êşê hûnandine. Bi rengê jinê êşên xwe xemilandine. Ev ji bona tevahiya jinên cîhanê jî bûye hêz. Lewra îro jinên cîhanê yên ku di lêgerîna azadî yê de ne xwe nêzî Tevgera Jin a Kurdistanê dibînin û berxwedana xwe disipêrin felsefeya Jin, Jiyan Azadî yê. 

Îca divê mirov vana binîvîse. Barê me girane ev rast e. Rêyeke dûr û dirêj e. Me bi her awayî ev peywir girtiye ser milê xwe. Ji bo nifşên siberojê bibînin ku di vî welatî de çi qewimî ye, di vî welatîde çi berxedan çêbûye, çiqasî zilm çêbûye. Lê serî nehatiye tewandîn û ev berxwedan û felsefe ji bona hemû  gelên bindest bûye hêvî û vîneke mînak.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.