M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Bedran Aydın, ku li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê dijî û dersên zimanê Kurdî dide, dema ji bo nûkirina destûra rûniştinê çû ba polîsên ku biyaniyan re eleqedar in, bi zorê xwestin wî dersînorî Tirkiyeyê bikin. Aydın ê ku li hemberî çûyîna balafirê li ber xwe de û dersînorbûnê red kir bi destwerdana polîsan û xebatkarên balafirê di kêlîya dawî de xwe ji vê rewşê rizgar kir. Aydın diyar kir ku ji ber nasnameya xwe ya siyasî li Tirkiyeyê di bin zordariyê de bûye û eger were vegerandin, dibe ku dîsa were girtin û êşkence lê were kirin.
Bedran Aydın di 13ê Gulanê de, ji aliyê polîsên ku bi biyaniyên li Elmanyayê re eleqedar in, ji bo dirêjkirina destûra rûniştinê hate vexwendin. Du polîs li hember wî derketin. Rayedaran bêyî ku tu ravekirinê bidin wî, agahdar kirin ku dê dersînorî Tirkiyeyê bê kirin û ew birin Balafirgeha Hannoverê. Li balafirgehê xwestin wî bişînin balafirê, lê Aydın got, “Ez mirovê siyasî me, di dosya min de biryara nepenîtiyê heye, şandina min bo Tirkiyeyê li dijî mafên mirovan e” û çûyinê qebûl nekir. Li deriyê paşîn ê balafirê bi dengekî bilind rewş ji xebatkarên balafirê re ragihand. Piştî îtîrazên hostes û pîlotan, dersînorîbûna wî hate betalkirin û Aydın li qereqola trenê hate berdan.
Ditirse biçe
Aydın diyar kir ku niha li masa penaberan dosya wî ji nû ve tê nirxandin û di e-nameya fermî ya jê re hatiye şandin de hatiye gotin, “Dema ku hûn xwe baş hîs bikin, hûn dikarin werin û rewşa xwe nîqaş bikin.” Lê belê ji ber tirsa dubare rûbirûbûna muameleyeke wisa, Aydın dibêje ku ew ditirse biçe daîreya biyanî.
Zimanê Kurdî wekî sûc hate dîtin
Aydın got, “Zimanê Kurdî hîn kirin wekî sûc hate dîtin” û li ser wî sê doz hatin vekirin. Dema ku di van dozan de encam nehatin bidestxistin, vê carê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hate darizandin û 15 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Aydın, ku bi 5 salan bi şertê kontrolê hate berdan, ji ber zêdebûna tehdîdan neçar ma Tirkiyeyê terk bike û li Elmanyayê bibe penaber.
Bedran Aydın (53), ji Amedê ye. Bi salan e li ser ziman û çanda Kurdî dixebite, Aydın li Tirkiyeyê di saziyên wekî HADEP û Kurdi-Der de roleke çalak lîstiye. Di navbera salên 1996-1998an de delegeyê kongreya HADEPê bû. Li Îskenderûn û Îzmîrê qursên zimanê Kurdî da, di xebatên çandî de cih girt. Lê belê ji ber van çalakiyan gelek caran hate binçavkirin, êşkence lê hate kirin û doz li ser wî hatin vekirin.