Xwendekarên Kurdî belgeyên xwe girtin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 26 Gulan 2025 - 00:20

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya bernameya xwe ya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi minasebeta bidawîbûna serdema perwerdehiyê ya biharê li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê şahiyek li dar xist. Mamosteyên MED-DERê xwendekarên wê û gelek kes tev li şahiyê bûn.

Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglû ku destpêka bernameyê axivî, diyar kir ku serdemek bi xwendekaran re derbas kirin û wiha got: “Xebatên me tenê karê hîndakariyê nîn in karê hişmendiyê ye jî.”

Dû re mamosteyên MED-DERê belge dan şagirtên xwe yên ku serdema biharê qedandin. Di bernameyê de klam jî hatin gotin.

Dû re mamosteyê MED-DERê Mûsa Şanak axivî û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Mûsa Şanak diyar kir ku têkoşîna ziman ne tenê kare dildaran e kare herkesê ye divê herkes xwedî lê derkeve. Dû re Mûsa Şanak û xwendekarên MED-DERê helbest xwendin. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.