Bi parêzvaniya gerîla demsala Koçeran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 00:58

Xwediyên pez û koçerên sînorê Binarê Qendîlê di vê demsalê diçin zozanên Qendîlê, di vegerê de kelûpelên xwe di bin çavdêriya Gerîlayên Azadiyê de dihêlin û gotin; “Hevalên gerîla çavê xwe didin hemû kelûpelên me û niha ji ber ku drone nemane, jiyana me xweştire.” Hevşaredarê Binarê Qendîlê jî diyar kir ku ew ji bo hemû cûrên alîkariya bi koçeran re, amade ne. Lawirvan û koçerên devera Pişderê ji bo çerandina pezê xwe di 15’yê Nîsanê de dibin Kûrtek, Komtan û Nav Deştê dibin heya destpêka meha Hezîranê, paşê ber bi kevnepîrên berfê yên Malexê , Xêlapê û paşê bo Xirendol, Gola Kirme Soran û Şemolê diçin. Dastan Xidir jineke ji xelkê Dûgoman a Pişderê ye û bi malbata xwe re bar û tiştên xwe kom kirine bi niyetin ber bi bilindahiyên Qendîlê biçin û got:“Êre Komtan devera hevalane, em spasiya wan dikin, bi me re pir başin. Eger pirsgirêkek me hebe ji me re çareser dikin û alîkariya me dikin. Bi saya serê wan em dikarin li vir bimînin. Niha eger em li deverên jêrîn bana, ji ber dizî nema dikarîn tiştên xwe li wir bihêlîn. Lê li vir ji ber hevalan tiştên me wek me hiştî dimînin û parastîne.” Îsmaîl Nebî ku ew jî yek ji lawirvanên devera Pişderê got:“Ji aliyê ewlekariyê  êre ev dever pir parastiye. Ji ber ku di bin çavdêriya hevalan de ye ku tu kesek nikare tiştekê li kelûpelên me bike. Dizî û tiştên wiha an qet nayên kirin an jî pir kêm tên kirin. Li Binarê Qendîlê spasiya hevala dikin ku tiştên me ji ber wan parastî dimînin. Nêzîkatî û danûstandina hevalan ji me re pir başe.” Têkildarî dema vegera koçeran Hevşaredarê Binarê Qendîlêgot:“Ji bo dema vegerê me wek şaredarî em ji wan re rê û cihan paqij dikin. Ji ber ku ew ji deverê naçin heta ku serma tê. Di destpêka hatinê de jî, me ew qet bê av û ceyran nehiştine. Daxwaza koçeran ya sereke ji me çêkirina pirane hem ji bo derbazkirina pezê xwe hem jî ji bo derbazkirina malên xwe. Lewra ez ji vir bangî koçeran dikim ku her pêdiviyek wan hebe bila peywendiyê şaredariya me re danin, yan jî serdana şaredariya me bikin û derdê xwe ji me re bêjin. Tenê daxwazek me ji koçeran heye ku ew jî ewe ku xwediyên pez sînorê hevdû derbaz nekin daku nebe sedeme derketina pirsgirêk û aloziyan. Her wiha em bang li koçeran dikin ku darên ter nebirin, nêçîra lawirên kûvî nekin, pûş û giyayê hişk neşewitînin daku nebe sedema derketina şewatên mezin. Her wiha bi neşewitandina giya wê bibe sedem ku sala bê jî ji wî giyayê sûd bê girtin.”

ROJNEWS/QENDÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.